Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tizbîkêş

profîla "tizbîkêş"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [şêr şêr e çi jin e çi mêr e] de;

11. ŞÊR ŞÊR E; ÇI JIN E, ÇI MÊR E!

Mîrê daristanê şêr û rovî pevre digeriyan.
Dema bû êvar, şêr got:
-Birazî ez dereng mam, jinik li malê, li benda min e, divê herim malê.
Rovî şaşmayî bû û pê henekê xwe kir û pirsî:
-Tu ji jina xwe ditirsî, tu mîrê daristanê yî, ka mîrtiya te?
Şêr qehirî, bi awirek tund li rovî nêrî û got:
-Hey ehmeq, ya ku li malê ye, ma mîna te rovî ye; ma tu nizanî ew jî mîna min şêr e!
Rovî ji heybeta şêr tirsiya, destê xwe bi hev girê dan û bi tewreke şelaq got:
-Rast e mîrê min, ŞÊR ŞÊR E; ÇI JIN E, ÇI MÊR E!



18.03.2023 19:24 ~2023.11.06 21:01 | tizbîkêş