Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tizbîkêş

profîla "tizbîkêş"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [dengbêj] de;

18. ez jî tevlî vê peyamê dibim: dengbêj/2448

li gor gelek kesan di peyva dengbêjê de deng sewt e ango bi tirkî "ses" e. em bala xwe bidin li ser peyva deng yê ku di nav xelkê de ji xeynî me'neya xwe ya ewilîn bi çi awayî tê emilandin. em gelek caran seh dikin ku dibêjin deng û behs; gelo çi têkiliya wan heye?

di zimanê kurdî de cotepeyv hin caran bi peyvek kurdî û erebî an jî bi zimanekî din ê biyanî tê çêkirin ku her du jî di heman wateyê de ne. wek; şert û merc, eşq û evîn hwd. di cotepeyva deng û behs de jî her du peyv heman tişt in. ango wateyeke din a deng jî behs e.

loma dengbêj ew kes e ku behsan dibêje ango behsbêj e. di soranî de jî “dengo” tê wateya “rîwayet”ê. mînakek jî ji romana heciyê cindî ya bi navê “hewarî”yê: “wan çaxan deng belav bû, got...” (çavkanî: mazlûm doxan, tirkîfîkasyona xwemalî)



24.03.2020 19:12 | tizbîkêş