Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tizbîkêş

profîla "tizbîkêş"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bûka baranê] de;

14. li aliyê me wexta ku şilî nehata zarokên gund “bûka baranê” digerandin. du daran wek xaçekî bi hev ve girê didan û cil û berg û pîne-paçên jinan lê dikirin û dişibandin bûkeke hişk bûyî, mirdar û pejmûrde ku hewceyî avê ye. zarokên gund bûka baranê mal bi mal digerandin û kebaniya her malekê tasek av di ser bûka baranê de dikir. paşê hinek ard, an jî çend hêk û hinek rûn didan zarokan û ew jî bi wan destxistiyan diçûn dikanê ji xwe re xurek dikirîn.

dihat bawerkirin ku piştî gerandina bûka baranê, şilî dê were. helbet ev baweriyek û ayîneyeke pir kevnar e. rêbazeke arkaîk e ku jê armanc li ser xwezayê bandorekî pêk bînin û bi vî awayî şilî bê. antropolog ji bo rêbazên wihareng re “efsûna hestyar” (emotional magic) dibêjin. ya rast ev cure kiryar ji xwedawenda avê anahîta re tê kirin ku gelê xwe bêderman nehêle û avên xwe bi ser wan de vala bike. carcaran jî tê bawerkirin ku ev cure rê û resm, li ser xweza û xwedêyên av û baranê hukm dike û li ser vê hukmê teqez şilî dê were. zargotinzanê kurdan yê eyan Emîne Evdal jî destnîşan dike:

“bona di rojên hişkî da baran bê, êzdîyan “bûka baranê” çêdikirin. zarok ew bi dengê def û zurnê di nav gund da digerandin, ber her malekê disekinîn, ava di derdanê da ser bûkê da dikirin û yek ji zarokan digot:

baran, baran bibare, xêr û bereketê bîne bi xwe ra ya mamê reş¹, baranê bîne bi xwe ra!

bi avê va girêdayî heyteholên dînî yên din jî hene. di dema hişkayî da, bona baran bibare, jin karê cot dikirin. bona erd bereket be, jin baharan, di dema çandinîyê da diçûne deştê û av ser xweda dikirin.” (folklora kurmanca, di gel heciyê cindî)

¹mamê reş: ruhê baranê ye.



04.08.2020 02:27 ~02:36 | tizbîkêş