Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tizbîkêş

profîla "tizbîkêş"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [roj] de;

9. soran ji ber tesîra zerdeştiya îranî dibên xor ango xormazd yan jî axormazd (ahûra mazda) yan jî xormûz (hurmuz), xorşîd. heta li deverên xwerû soranî ji bo rojhelat û rojava dibêjin xorhellat û xorawa.

lê peyva roj bixwe rasterast proto-hîndawrûpî ye. li gor ferhengên etîmolojiyê koka peyvê lewk e. tîpa l ya hîndî bi demê re di nav zimanên îranî de bûye r çimkî di zimanê îraniya kevn de tîpa l tuneye; rewk (rok). wek tê zanîn dîftonga ew car caran dibe o; mîna dew (vexwarin) bi zazakî do ye, ew (cînavk) bi farisî o ye, hewraman dibe horaman, dewr dibe dor, tewfîq dibe tofîq, lewma dibe loma, newroz dibe norûz, xusrew dibe xusro û hwd.

tîpa k ya di dawiya peyva rok de xwe bi tîpên c û j û z ve diguherîne dibe, roc (zazakî), roj (kurmancî), rûz (farisî).



01.08.2020 03:12 ~2020.08.11 13:33 | tizbîkêş