Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xidiran

profîla "xidiran"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [youtuberên kurd] de;

40. Tiştê bala min kişand eve ku li başûr di warê youtube'ê "pêşketinek"e pir mezin heye. Kanalên li ser mijarên wek vîdeo lîstikan, teknolojî, skec, pêşbirk, vlog, teknolojî, perwerde, challenge, rexne, sohbet, magazîn û hwd bi sedan kanal hene. Hin kanalên gelek eletewş hene di nav wan de.

Û yê balkêştir jî eve ku hejmara aboneyên piraniya wan kanalan derdora 100-500 hezarî ne. Bi rastî ez heyirîm. Hejmara aboneyên piraniya tv, hunermend û dezgehên Kurdan ne ewqas e. Piranî bi zaravaya soranî ne. lê ji herêma duhokê jî gellek kanal hene. Eger Kurd zimanê xwe zanibin encam wisa dibe. Aqûbet li serê bakur... Li bakur tenê kanalên stranbêjan (wek Mem Ararat, Rojda, Seyda Perinçek, Rojbin Kizil, Kom Muzik û hwd) digêhên wan hejmaran. (Û yê Denoozer)

Ji vê lîsteyê (Here lînkê) kanalên ku bi hejmara aboneyên wan bala min kişand ewin:

Kurdmax 1.25 Mîlyon
Nettv 1.1 Mîlyon
Salman Vines 830 Hezar (ciwanên ji kerkûkê ne)
Kurd Gamers 586 Hezar
Victor Ashkan 561 Hezar
Kurdmax music 525 Hezar
Kurdnet 477 Hezar
TolaTheKurd 432 Hezar
Showbox 401 Hezar
Karzan Hisham 294 Hezar
Kurdish Gamer 290 Hezar
Lriz 280 Hezar
Ranjo 235 Hezar
Jano Gaming 201 Hezar
KurdishInfo 195 Hezar
KurdCast 136 Hezar
Arko 130 Hezar
Zheer (Jîr) 130 Hezar
Hama Kurdish 127 Hezar
Scrubzah Kurdish 100 Hezar
Zee Zone 100 Hezar

Ev hejmar girîngin. Li Youtube him naveroka bi Kurdî zêde dikin û him jî bi vî karî dikarin pere qezenc bikin û bi pereyê ku qezenc dikin dibe sedem ku karê wan pêşkeve û zêdetir profesyonel bin. Di medyaya Kurdî de her tim pirsgirêka sereke aborî bû. Hemû weşan girêdayî partiyan bûn. Yên serbixwe nikarîbûn debara xwe bikin. Wisa xuyaye hêdî hêdî ev rewş çareser dibe. Eger di nav Kurdan de sîstema bexş û piştgirî dayînê jî pêşkeve wê baştir be.



17.01.2022 19:57 ~22:25 | xidiran

39. Di vê lîstêyê de ji 400 zêdetir kanalên Youtube ên Kurdî hene. Belê 400!
Here lînkê



16.01.2022 23:12 ~2022.01.17 01:52 | xidiran