Tirşik - Profîl
tirşik-profîla rojan

profîla "rojan"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [heyva li kavilan] de;

1. navê helbesta bêhempa a Osmanê Mehmed e ku di kitêba wî ya bi navê Gul û cin û kavil de vih digreye. Helbesteke dirêje. Osmanê Mehmed ev helbest di albuma helbestan ku cara ewil li tirkiyê bi kurmancî hatiye tomarkirin de xwendiye. beşek ji helbestê.



wê bê

bayê ku ji bîr kiriye al

ala ku rengên jibîrkirinê di porê azadiyê dayê

ala ku bi derbên firçeya serdemê

herdu rûyên serhildan û tekçûnê

rijandina ser hevrîşimê welat



wê bê welat

ne bi bozê rewan û bûraq

belkî bi şûr mertal û çek

çima ku wê nû bizê ji neqeba herdu paqên dîrokê

çima ku wê şîr nediyê meryem

xwedÊ jî çavên wî bi nûr, rûyê wî bi ronî nake

wê dergûş dergûş

derwêş derwêş bê hekandin bi bayê tenatiyê

ji nû ve wê biperpite dil

û xwediya herdu paqan

-herdu paqên ku îro bê hestî ne-

wê li binaxbûnê mexel keve



24.08.2013 23:45 | rojan