Tirşik - Profîl
tirşik-profîla hozanagirîn

profîla "hozanagirîn"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [qereyazî] de;

1. warê min,



Bêraqdar an Qereyazî an jî Qeza (bi tirkî: Karayazı) navçeyêke Erziromê ye. Xelkê herêmî Qeza dibêjin..



Nufusê navçeyê niha nêzî 34.000 e, ji wan qasî 5 .000 kes li bajarê Qereyaziyê dijî. Gelê herême hemû Kurd in û bi zaravayê kurmancî qise dikin.



Navçeyek li başurrojhelatê Erzîromê ye. Qereyazî gelekî bilind e û deşt û zozan li Qereyaziyê kem in. Çiya Gewrk (2.900 m) li başûrê Qereyaziyê e.



Qereyazî li welate Serhedê herêmeke dirokî ye. Hukmê Urartu, Med, Pers, Bîzans, Ermenî, Ereb, Selçuqî, Osmanî û Rus'a li ser derbas bûye. Li nezike gundê Beyro mixareya Cunî nişan dide ku Tirkên Oxiz (Oğuz) demeki kin lê mane. Li dema Osmanliyeda nave Qereyazî bi serhildanan hatiye bîhîstin. Li ser şere gunde Hespreş (bi tirkî: Üzengili) klamên dengbêja hene.

Li herême aşirên Zirkan, Cemaldînî, Banoki Dimilî, Berazî û Sipkan pirr in. Aşîrên Qereyaziyê demekî li ser navê Zirikî/Zirkan konfedere bûne. Pirraniya wan îda dikin ku eslê xwe zirkî ne. Axaye Zirikan Keremê Qolaxasî ji herêma Goksiyê, dema tehcire Ermeniyan de bi alayên hamîdiyan be parastina herême kirîye û paşe bi axayên hesenan be, di serhildana hesenan de hatîye şehîdkirin. Navê Qereyaziyê yek ji bi nave Eşkiyaya te zanin. Demeki je re gotine "şehre eşkiyaya". Serhildana Elîcan jî li herêma Qereyaziyê û Dûtaxê tekîyaye. Li herême gelekî mezel û vexuyên ermîyanen din hene. Tê zanîn ku li herême pêşiya sed salan gelekî ermenî jî dijiyan. Piştî koçkirina ermeniyan zaf aşîrên kurdan, ên ji Çewlîgê û Qersê hatine Qereyaziyê û di şûna ermeniyan de bi war bûne.



Ji Qereyaziyê gelek dengbêj derketine. Evdalê Zeynikê, Bedrane Reso, Şakiro, Mihemedê Canşa ji wana çend havin. Evdalê Zeynikê ji gunde Qanciyan (bi tirkî: Selenli) bû..



08.12.2013 14:48 | hozanagirîn