Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ceso

profîla "ceso"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [22.03.2015 duyemîn civîna nivîskarên tirşikê a li amedê] de;

63. civîna ku ji bilî kêmbûna tevlêbûna nivîskaran ez pê kêfxweş bûm. lê dîsa jî civîn wisa xuya dike ku bi coş û xweş derbas bûye. axirê dawiya dawî me rûyê simurg56 yê pîroz dît*. ez li benda yekê bejnbilindê enîrût bûm lê derket ciwanekî pordirêj* îsal ji ber astengiyan ez tevlê civînê nebûm lê sala hatî xwedê mezin e...



22.03.2015 23:00 | ceso

47. civîna ku wê deh dq. şunde dest pê bike lê hê jî deng ji kesê derneketiye. de hedê tirşikvanno bi hêviya civînek xweş û geş em li benda tirşik selfie ne. bi gorineke din em li benda xwekêşa tirşikê ne.



22.03.2015 12:57 | ceso

41. civîna ku daxwaz dikim tê de li ser heqaretkirina bêserûber a li îslamê bê sekinandin.



21.03.2015 15:24 | ceso

30. civîna ku xwezî tevlîbûna min hêsan bûya ez li hêleke vî welatî hov hun li hêleke din... wekî ne bes be vê dewleta hov dest dabe ser her tiştê me îro jî nahêle em bên ba hev bicivin û çend gotin ji binê gotinê derxin. de bila soz û bext bûna ji endazer re ku min ji edaleta vî welatî dagirker bawer kiribûna minê firar bikira lê divê îro ez kerîtiyê û mêrantiyê ji hev biqetînim* da ku heta û hetayê qelema min ko nebe, hûn baş zanin ku edalet ji bêşerefan nayê payîn tew ku ew bêşeref vê dewleta dagirker be, ne tenê ji ber eskeriyê lew wextê ku bi azadîyeke mecazî li vî welatê digerim dîsa xwe azad hîs nakim lew gotin di ziman de, ronî di çav de, fikir di mêjî de û axîn di dil de dimîne, dimîne û dibe teht ne ji tirşikê bûya minê van fikrên xwe yên ji bermayîyek kevnar a hezar salî ya kufikî kû bîhna kurdiyê û keserê! ji wan tê minê ji kê re vebigota. tevlîbûna min a civînê mixabin ne mumkun e lê dîsa jî endazer tevlî civînê bûya ez ê pirr kêfxweş bûma ji ber ku hebûna nivîskarekî weke wî, hêz û bawerî dide meriv. em ê binêrin dê dewran xwe çawa veguhere... ;)



18.03.2015 23:28 ~2015.03.19 06:19 | ceso

23. (bnr: bena na)



17.03.2015 10:22 | ceso