Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ceso

profîla "ceso"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [rojnivîska tirşikvanan] de;


46. bi mehdekî tirş û nexweş şevxweş rojnivîskê!

li odeya kêleka min du heval bi dengekî bilind ketine nîqaşa hebûn û nebûna xwedê û ji qelebalixa wan xewa min reviyaye. erê rojnivîskê stuyê te bişkê ev çi hal e



29.03.2016 01:02 | ceso

20. lê rojnivîska min a quzzilkurtlêhatî me go merheba? wekî ku ji te re jî eyan û beyan e piştî çend dewr û heyamên dûr ev yekem car e ku pênûsa xwe ya kobûyî li te digerînim. wekî ku tu jî zanî min kengê radikir pênûsê da ku te bi neqşên neqşdariya evînên a priori bineqşînim herdem wekî ji caran her carî qelema min ko dibû û nivîs di asta eblogeblotiyê de dixetimî. tê bîra te ku min hemû nivîsên xwe yên di tewşomewşotiyê de xitimî û di binê barê xwetutiştnedîtinê de pelçiqiyî yên franz kafkakî ku bi pênûsa reşbîniyê hatibûn neqişandin, li çemekî bigû rokiribû û bi yekcarî min xwe ji gû paqij kiribû. ku hebûn deh cild... xwedêyo min evqas xwelîserî ji ku ber hev kiribû. min bibore rojnivîska min a xezeblêhatiya stûşikestî min bibore ku bi vî rûyê piştaxwedayî te li te vedigerim. te bivê heval im te nevê evdal im serberdayî li seranserê çol û biyabanê qir û qirbûyî... te bivê yar im te nevê jar im hezar sal ji dengê xwe yê qêrînheyî qutbûyî...

eger te go erê min divê bêjim te ku giran e derdê min. bêyar e beyar e dilê min. na, qesta ne ew evînên xwexapînokî ye lê mebesta min bêmuhebbetî ye. bes e gidî çend sed sedsal derbas bûn ji min û wê vir ve. di dendikên hucreyên min de ev sira nepenî veşartî û di elektronên atomên min de neqşkirî ev peyam. temenê min herî kêm sêzde mîlyar sal e ma kî ye dikare vê yekê bi derewîne he? peyam heye peyamdank heye peyamstîner heye lê kanê peyamşîner. her bar xwe giraniyek heye lê giraniyek weke nezaniyê çima li mirovan nabe bar ax hewar çima? kesek nîne ku serê xwe ji nav lihêfa jiyanê derxe û binihêre bê çi dibe û ev çi heydedan e... ger te go erê ez ê ji dilê xwe biteqizim ber bi dilê xwe...



02.05.2015 22:15 | ceso