Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ceso

profîla "ceso"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [wek malekî danûstandina jinê] de;

1. Rûreşiya me kurdan e. Hêjî berdewam e hêjî berdewam e mixabin. Gava ez biçûk bûm pîr û kalên herêma me berê xwe didan koçerên mûşê û ji xwe re, ji bo hovîtî û kêfên xwe yên hovane keçên bêguneh bi navê qelenê dikirîn. Yê ku stand bêşeref yê ku da bêşeref ez bêjim çi. ji ber ku ez zûde ye ne li gund bûm min li der û doran di nav tirkan de min digot êdî tişteke wilo nemaye lê wê sala çû mixabin dîsa xeberek nexêrê hat ji min re ku kal û pîr û keftorekî gundê me ji bo hewesên xwe ji kurdên rojava ji xwe re keçeke bêguneh kirîye. Min telefon li kûrê wî kir mi gotê ev çi hal e gote min serê pêşî em tev li hember rabûn me çiqas berxweda jî dîsa jî aş nebû û em mecbûr man... Li we û li mecbûriya we! Erê zewac mafê herkesî ye lê Wekî ku jinebî û hevtemenên wan qediyabin diçin zarokan dikirin. Çiqas çewt be jî Gotineke birê min hebû ku digot " mirov nifşên kevn ên kurdistanê bide ber gulan û wan bikujê hingê wê kurdistan bi yekcarî azad û rizgar bibe. Ma êdî em çi bikin lawo? Ji derdê van hovan.



30.03.2015 13:33 ~13:40 | ceso