Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ceso

profîla "ceso"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [nebûna zimanê hevbeş] de;

2. yekî bi navê seid ferhad seid mistefa li binê nivîsê şiroveyeke qerase nivîsiye ku wiha gotiye:



"ni dîtina min ne pêwîst dike kirmanc zorê li soranîyan bikin ne jî soran li kirmancan ku her yêk bi darê zorê zimanê xwe li ser yê din ferz bike û hewl bide wê standard bike ji ber kû "ziman bi xwe"wê li dawîyê xwe aşkira dike kû kîjan zarave şîyan û hêza wê heye kû standard bibe. niha eger em objêktîv bimînîn û bê kû milmilanê di gel hev bikin û rastîyan danên ber çavên xwe, zimanê kirmancî gelek ji soranî dewlemendtire...ez naxwazim li vir zimanê soranî lawaz bikim yan jî birayên soranî aciz bikim ( ez bi xwe seidê bajerê berzincî me û li berzincê gişt soranî ne û ev tê wê wateyê kû bapîrên min yê berê soranî bûne ), lê divê mirov rastîyan bibêje û rastî ewe kû kirmancî ji soranî gelek dewlemendtire...di zimanê kirmancî de bi hezaran gotin hene kû di soranî de tune ne û soranî bi xwe jî vê yêkê dizanin! kirmancî wek derya mezine û ji her tiştekê nek 1-nav belkû 3-4-nav hene û sebeba herê mezin kû gelek kirmanc ( bi taybet li bakûrê kurdistanê ) nikarin bi kirmancî hestê xwe beyan bikin yan jî biaxivin, ev ne sûçê zimanê kirmancî ye û ne nîşana lawazbûna kirmancî ye belkû ev sûçê kurdên me li bakûr bi xwe ye kû fêrî kurdî nebûne...zimanê soranî bi dehan sale li dibistan heta zanîngehan de tê bi karanîn lê dîsa jî ew qas pêşketin bi xwe nedîtîye, ji ber kû dema mirov di tv û nûçeyan de gohdarê soranî dibe û rojnameyên soranî dixwîne, hejmara gotin û bêjeyan ( kelîmeyan ) di vî zimanî de gelek kêmin û mirov mecbûr dibe bi wan gotinan progremên xwe berhev bike û eger gotinek di soranî de nebe ew gotinên farsî bi kar tînin...lê li ser wê jî kû kirmancî bi 100-salan qedexe û nehatîye bi karanîn û ew wek pêwîst pêş neketîyê jî, lê ev yêk dewlemndîya kirmancî xeşedar nekirîyê û ji sengînîya wê kêm nebûye! kirmancî wek derya ye kû li melevanan digerê û melevan jî gelê kurd bi xwe ye kû divê biha bi zimanê xwe yê dewlemend û şîrîn biden û ( bi taybet gelê bakûrê kurdistanê ) dest ji zimanê lawazê tirkî kû ji 50%- erebî û 20-30%-kurdî/ farsî pêk tê berde û bi zimanê xwe biaxive, da ziman pêş bikeve! li dawîyê her wek min li jor behsa wê kir nîyeta min ew nebû kû zimanê soranî lawaz bikim yan jî birayên soranî aciz bikim, ev bi tenê nêrîna min ya objêktîv li ser vê babetê bû"



09.05.2015 19:55 | ceso