Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ceso

profîla "ceso"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mad max: fury road] de;

6. (bnr: spoiler mede heval!)*



22.12.2015 12:18 ~12:19 | ceso

4. rasterast pêkanînek hunerî ye. ji her alî ve. tenê hinekî senaryo basît e lê ew peyamên ku dide mirov vê sivikbûnê ji holê radike. fîlm hê dest pê dike nakê ji serî heya dawî aksîyon û şer û pevçûn e. lê aksîyon û şereke hunerî ku dîmen ji dîmen xweştir pêşkêşî mirov dike. fîlmekî femînem e.

- yek ji serkeftîtirîn hemanê fîlm ew e ku jin tê de wekî jin cih girtine. yanî ne wekî lara croftên xeyalî û utopîst, jin bi fizîk û qeweta xwe ya rastîn çi be wisa cih girtine û di rastiyê de jinek çawa dikare têbikoşe di fîlm de jî ewqas hêz dane wan ku mirov têdigihe ev jî ji bo serkeftinê bes e. yanî jin bi jinantiya xwe ya rastîn jî dikarin têbikoşin.

- fîlm ji serî heya dawî fîlmekî muzîkal e ku yek ji yekê çêtir bi muzîkan hatiye neqişandin û bi rastî jî bi awayekî tekûz di fîlm de hatiye bicihkirin. henekan nakim lewre manyqekî xwe daye ser maşînek mezin û heya dawiya fîlm li elektro-gîtarê xwe dide ku kadrajên bêhempa raberî mirov dike. aha ew manyaq va ye



- lîstikvana jin charlize theron gelek serkeftî ye ku mirov jê re hijmetkar û heyran dimîne, lîstikvanê mêr tom hardy ye ku wî jî valahiya mel gibson dagirtiye û tam jî ketiye wê rola mêrê bêpaxav û çavbêtirs...



bi rastî jî kî dibeje çi bila bêje lê li ser fîlm xebatek mezin hatiye kirin.



û a dawî fîlm bi awayekî veşartî di rastiyê de rewşa jinên îroyîn raberî me dike. hay ji xwe hebin. *




qir û qiyamet e, xela ye, çol e, dinya bermayiyek şerên nukleerî ye. her derî hovîtî dizî û talan û dagirkerî û mêtingerî ye. yên ku dest dane ser çavkaniyên weke av û petrolê her tiştî kontrol dikin û mirovan bi tirsa aloziyê birêvedibin. di vê qir û qiyametê de hinek jin ji vê mêtingeriyê re dibêjin êdî bes e û serî hildidin û direvin û didin pey hêviyên xwe ku cihekî ku lê bijîn bibînin lê dawiyê lehengê mêr wan îkna dike ku ne ji bo cihekî xeyalî lê divê ji bo mala xwe şer bikin. û vedigerin... bêguman tevgera jinên kurd tîne bîra min



18.05.2015 21:51 ~2015.12.22 12:23 | ceso

2.





not: mirov nikare di heman enrty de him linka vidyoyê û him jî lînka wêne bide lewre yek ji wan venabe. ez jî ji mecbûrî vîdyoyê di entryeke nû de parve dikim



16.05.2015 01:08 ~02:27 | ceso

1. fîlmê ku çend hezar sal e li benda ketina wî ya sînemayê me. wê vê yekşemê yanî 17.05.2015 li tirkiyê bikeve weşanê. gellek gellek pesnê fîlm didin û xuya ye wê toz û dûmana 2015 an rabike. fîlm wekî mad max di 1979 de cara pêşî derketiye pêşberî bîneran dû re 1981 de mad max 2 û di 1985 an de jî mad max 3 hatiye kişandin. û di 2008 an de jî dest kişandina mad max fury road kirine ku nihayet îsal gihîşte pêşberî me. fîlm bi berfirehî bi tekûzî gihîştiye, ez dibêjim jê nemînin û herin darî fîlm bikin. pûana wî ya imdb yê 8.2 e û ez ne xelet bim hê îro kete weşane.



Here lînkê





16.05.2015 00:58 ~2015.12.22 12:20 | ceso