Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ceso

profîla "ceso"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [nivîskarên tirşikê] de;

19. Nivîskarên ku di van rojan de di nava wan de nivîsên derformat bûne moda û kes nabêje bê ka camêrno hun çi dikin? Mijarên anketîv û provakatîv vedikin û dikevin heftûheştê.



25.06.2014 23:30 | ceso

12. Bila qedr û qîmeta xwe zanibin. Temamî jî weke morîkên tizbiyeke pîroz û bimbarek in. Behênek lo! Lê!... Ez dixwazim li vir aşkera bikim ku carina ez diçim çav li ferhengên tirkî digerînim, ê de malumê we ye ku damezrînerên ewilîn yên ferhengên înteraktîf ew in lew. Lê li vê ecêba giran mêze bikin ku seranser forûm in. Çendî li gor formatê bên birêvebirin jî bi kêrî tu gûyî nayên niha. Dibe ku berê hêja bin lê niha li binê mijarekê di nav saetekî de dikarin 500 peyam binivîsin lê 500 peyamên wan nakin 50 hevok. Yanî bi kurt û kurmancî 500 peyamên wan nakin peyameke endazer an jî simurg56. Heqqet jî qaliteya tirşikê bilind e, çendî nivîskarên tirşikê hê ji format û mormatan re hinek xerîb bin jî wê qaliteya tirşikê hê pêşdetir jî bibin. Ez dixwazim nivîskarên tirşikê zêde bin lê encax divê hejmara nivîskarên aktîf! Ji 1000 derbas nebe ( de ew jî rojek gihîştê em ê ji kêfan bifrin). Lew mijara ku di nav saetekî li binî 500-600 peyam bê nivîsandin anku peyamên bêqalîte bên nivîsandin ez kîrê 'eçoyê dîn di wê mijarê kim. Li vir ez dikarim bi dilekî safî û pak bêjim ku nivîskarên tirşikê biqalîte ne. Lew dinyaDîtî ne, meşrebfire ne. Civîna wana li vir ji pêkhatina armancekî ye. Ji ber vê hindê ez nivîskarên tirşikê weke mirovên ku gihîştine asta xwe îfadekirinê dibînim. Jixwe kurdê ku bi kurdî dikare binivîse û bixwîne kurdekî entelektuel e. Neyse min mijarê pir şor kir. De ya bi xêr.



18.12.2013 00:24 | ceso

4. Di xew da ne. Nizam kengê hişyar dibin ku em rojbaşek li wan bikin!



30.09.2013 18:12 | ceso