Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ceso

profîla "ceso"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kêmasiyên tirşikê] de;

179. berê moderator dikaribûn peyaman sererast bikirana lê ji ber sûîstîmalkirina vê taybetiyê êdî ev taybetî jo holê hat rakirin. gava ev taybetî hebû heya ji destê min dihat min peyamên berê ku niha ew û sîstema nû bi hev nakin sererast dikir yanî ew lînkên dirêj ku nahîlin peyam bê xwendin û lînkê youtubê yên ku naşixulin min li keys dikir. hetta min hin peyamên simurg56 bixwe yên ku ji ber dirêjahiya lînk nediharin xwendin min sererast kiriye tabî min destê xwe bi noqte û herfên peyamê nedikir. lê piştî ev taybetî hat rakirin xetayên ku rastê wan têm nikarim sererast bikim. de êdî sûc û guneh di stûyê simurg de ya her tiştî sererast bike ya jî taybetiya me paş ve vegerînê.



16.09.2015 14:25 | ceso

128. Bêguman belkî ne kêmasîbe lê taybetiya şirovekirina peyaman jî bihata wê pir baş bûya weke facebookê. wê gavê ji bo îtîrazan enty ne hewce bû û peyamên derî formatê kêm dibûn. ferhenga înteraktîfa tirkan înstela vê taybetiyê jî li xwe zêde kiriye û gelek serkeftiye

(bnr: simurg56 bi fonksiyonek din re mijûl e)



01.04.2015 17:35 | ceso

118. gava tu navê mijarek sererast dikî, di lêgerînê de, pêşniyarên otomatîk hêjî navê berê pêşniyar dike û yê nû pêşniyar nake heya mirov bi darê zorê pê li bişkoja lê bigere neke



27.03.2015 21:08 | ceso

112. (bnr: pirsgirêka windabûna bişkoja youtubê)



26.03.2015 23:07 | ceso

105. paşve zivirandina reşşik an jî çeppikan ne mumkun e an jî heye ez nizanim herwekî min îroj bi xeletî reşşikek da ma ez nikarim wê bizivirînim û gava ez pê li bişkoja çeppikê dikim hişyariyek bi rengê " berî niha jî te deng daye vê peyamê tu li pey çî yî?" * derdikev pêşiya meriv gelo çareseri hebe bêjin tunebe jî xêra xwe çareser bikin.



15.03.2015 12:42 ~12:44 | ceso