Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ceso

profîla "ceso"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [17.04.2016 civîna nivîskarên tirşikê a li stenbolê] de;

91. (bnr: kanê weşana periscopê)



17.04.2016 20:25 | ceso

53. (bnr: ne ji me ne ji we)

(bnr: 18:00)*



12.04.2016 19:33 | ceso

52. (bnr: devê deriyê medya kitabevi)*

dixwazim ji civîneran re bêjim ku bo xatirê xwedê neçin kaçak çayê. çaya şahmaranê xweş e lê xwedê bike cihê we hebe berê êvarkî cih li wir teng e lê hunê xwe qet biyanî hîs nekin ji aliyê kurdî ve. û ez fikirîm saeta civînê jî ne xerab e lo* yên ku dikarin di saet û nîv de bên dikarin di saet û nîv de vegerin jî lo lê saet 17 an jî 17 û nîv jî baş e û bila hinek heval hima sê saet razên saet û nîv jî di metroyê de ha ji te re kir çar saet û nîv ew jî temam!!!* gava ez li stenbolê bûm min razana zikê otobêsan jî hîsab dikir xwedê wekîl*



12.04.2016 19:31 | ceso

48. civîna ku ez nikarim tevlê bibim ji ber ku êdî ne li stenbolê me. Lê saeta wê pirr dereng e yaw saet şeş çî ye îca? wê kengê bigihîjin hev û kengî belav bin? Cihê ku wê lê bicivin jî ne xuyakirî ye teww! Hê wê hev bibînin û hê wê bêjin me go merheba û selam û kelam û em bi ku ve herin saet bû heft... em bêjin saet yazdan de civîn qediya îca yên vegerin bahçeşehîr û başakşehîr û kartal û martalan!!! neyse moralê we xera nekim bicivin lawo bicivin kêf kêfa we ye û bi taybetî jî ferhenga şikestî bînin civînê ku nehat bi darê zorê wî bînin û bikin moderatorê civînê* rojek beriya civînê nobeta wî heye bila çar saet razê besî wî ye û bila bê civînê!



12.04.2016 18:48 | ceso