Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ceso

profîla "ceso"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [simurg56] de;

142. (bnr: formata tirşikê)
(bnr: emojiya rûtirş)



01.12.2019 01:15 | ceso

119. (bnr: ha gidî simurg)



29.03.2016 01:21 | ceso

90. alîgiriya wî ya li ser pkk ji hêla hinek nivîskaran ve xelet tê dîtin. Ez jî vê fikra wan xelet dibînim. ma mêrik reveberê malperê ye qey ne robot e îca fikrê xwe jî nebeje welle wekî we jî nabe lo. peyama te jê biriye? Na. Mijara te jê biriye? Na. Îca mesele çî ye? Ez piştgirî didim vê beyana simurg56/69453 wî.



Ecêba giran e ez pirî caran endazer jî mafdar dibînim û fikrên berxweda jî di hin ciyan de mafdar dibînim hetta carna shorbevan jî mafdar dibînim* bawer kin cih û warê min tune.



27.05.2015 00:21 | ceso

74. ji aliyê aşkerakirin û neaşkerakirina fikran xwe de, mafdar e. heqê kesê tune ku bêje xwezî te wisa nekira û fikrê xwe aşkera nekira. û hun ji min bipirsin di tirşikê de yê herî maqûl difikir e ew bixwe ye. Fikr û fikar yek ji hêmanên serekê yên vê malperê ne. ji ber ku azadiya îfadeyê; azadiya jêneveger e divê çi fikra wî hebe bila bi lêv bike.

(bnr: em hemû simurg56 in)

(bnr: ji qedexekirina îfadeyê re, na!)

(bnr: fikir îfade azadî!)



11.04.2015 23:46 | ceso

51. li gor îstatîstîkan yê herî ecêbmayî ye bi gotineke din ecêbmayîyo ye.



15.08.2014 23:29 | ceso

20. Nivîskarê ku ez jê tika û rica dikim ku avatara xwe ya mehmet metîner bila rake. Vî wêneyî ji me re bextreşî anî lawo. Ez çav bi wêne dikevim û hima bi carekî ji jiyanê sar dibim û naxwazim ti tiştek binivîsim.



27.01.2014 23:24 | ceso

19. Nivîskarê ku di van rojên teng û asê de hima gihîştiye hawara me û me ji bêmijariyê rizgar kiriye.



27.01.2014 22:06 | ceso