4. go, ji dûr vE, anku dema ku ji bo hêsabûna xwe ya dawî -go soz û bext dabû ji rêberê xwe yê zîrek re- li serê riya kelehê ya çiv dayî, bi helkehelk sekinîbû û bi çavên xwe yên ku hinekî din hûr û kûr çûbûn, go, li gir nihêrîbû û ji wê navbeynê de kelehê mîna wan kaşxaneyên derebegên ewrûpayî yên di gravûrên curecur de dîtî, di nava xelekeke ji mij û moraneke cûn î tarî pêk hatî de xuya kiribû ku bi tenê çend ejdehayên çavsor ên çîrokî ji esmanê wê yê neftî kêm bûn û vê yeka han, go, tatêla wî ya ku hê bi ser hemdê xwe ve dihat, zêdetir kiribû di nava wan kêliyan de. |
|
19.10.2013 15:47 |
ceso
|