Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ceso

profîla "ceso"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [di googleê de bi navê xwe lêgerînkirin] de;

1. tişta ku pirrî caran di wextê ergentiyê de an jî ji meraqê meriv dike. wextê ku ez ergen bûm kêfa min ji keçikek re bihata min pêşî bi navê wê di googleê de lêgerîn dikir. û bi vê rêyê ez digihîştim gelek agahiyan herwekî hesabên wê yên facebookê filan. lê rojekî min ji meraqan navê xwe jî lêxist lê ecêb mam ku tenê ez derdiketim. wexta ez li navê yekî/a din digeriyam bi sedan kesên ji hev cuda derdiketin lê di lêgerîna navê xwe de tenê ez derdiketim. peyre min ferq kir bi vî nav û paşnavê li seranserê dinyayê tenê ez heme. ewqas paşnavekî min ê ecêb û navekî min ê ku kêm tê bikaranîn heye.



05.12.2019 02:06 ~02:28 | ceso