Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ceso

profîla "ceso"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [nîşan dan û nîşan kirin] de;

2. du lêkerên ku taybetiya kurmancî nîşanê me didin. bi ya min wateya nîşan kirin û nîşan dane ne weke hev e. di devoka me de "nîşandan" ji bo "göstermek"a tirkî û "nîşankirin" jî ji bo "işaretlemek"a tirkî tê bikaranîn. bi ya min ji bo pirsa di peyama jor de hatiye pirsîn helbet divê ji bo "göstermek"ê "nîşandan" bê hînkirin.

wextê ku kurmanc dixwazin tiştekî destnîşan bikin ji bo vê yekê lêkerên weke "nîşankirin" û "nîşanlêxistin" bi kar tînin. herwekî di van mînakan de baş xuya dibe:
"me nîşana xwe li çêleka xwe xist da ku xelk zanibe ya me ye"
"me çêleka xwe nîşan kir da ku bi yên din re tevlihev nebe"
yek ji wateyên "nîşanlêxistinê" jî ew e ku meriv dikare tirkiya wê weke "kendinden geriye bir iz/alamet/işaret bırakmak" mînak:
"wisa xuya dike ku ji bajarê farqînê gelek medeniyetên dêrîn derbas bûne lewra heryek ji wan nîşana xwe li kelha farqînê xistine (an jî nîşanên xwe hiştine)
li aliyê din jî lêkera "nîşandanê" ji bo "göstermek"a tirkî tê bikaranîn. mînak:
"ez xwe nîşanê te nadim
"ka te çi bi xwe re aniye nîşanê min bide



09.12.2019 15:16 ~15:45 | ceso