Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ceso

profîla "ceso"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hiqûq] de;

1. hiqûq, xwedêgiravî wekî ji norm û qaîdeyên xwediyê mueyyideyan ku ji hêla civak û kesan, ku pê civak û kes bên keyskirin û sererastkirin Û birêvebirin tên çêkirin, tê pê. hiqûqa ku me go bi vî reng û şekl Û şêweyi dikare bê danasîn. tiştê ku dil jî çav jî mêjî jî dixwaze ev e, ev rasti ye. lê gava ku gotin di binê gotinÊ de dimîne hiqûq dibe berjewendparêza pergal û sÎStema serdestan.

wekî ku çêl û qal dikin cara pêşî normên nivîskî yên hiqûqê ji hêla babîliyan ve bi navê "zagonên hamûrabî" dertin holê, peyre "zagonên 12 lewhe" yên pretoriya romayê di qada dîrokê de dertên piyaseyê. de êdî vir de wir de ev hiqûq geş dibe û bingeha hiqûqa ewropa ya îroyîn digre. ev hiqûq bi navê "hiqûqa ewropa ya bejahîyê" meşhûr e. esas û mantiqa vê hiqûqê ew e ku norm nivîskîne û ji hêla mirovan ve tên çêkirin. tew pirî caran ji vê hiqûqê re "hiqûqa nivîskî" jî tê gotin. hiqûqa ku îro li praniya dunyayê û li turkiyeyê jî birêve diçe ev hiqûq e. de piştî ku me go ev hiqûq nexwe yên din jî hene. ev jî wekî hiqûqa îslamê, hiqûqa anglîsakson [ common law ] û hiqûqa sosyalîst dikare bê senifandin.

çavkaniyên hiqûqa îslamê qur'an, hedîs, sunnet, qiyas û ictihad e. evê ku cara pêşîn vê hiqûqê daye ser hev û li hev keys kiriye îmam şafiî ye. roja ku hiqûqa îslamê derketiye holê ta îroyîn piraniya prensîbên hiqûqa modern di xwe de hewandiye. bi vê yekê tê fehmkirin ku hiqûqa îslamê ji tu hiqûQî bandor negirtiye. lê mixabin ji riyÊ ereb û farisan de dunya êdî bi çavê barbariyê li hiqûqa îslamê mêze dike. mesele ev e zêr bikeve destê keran wê bibe qirş û kewş.

hiqûqa anglîsakson jî, hiqûqa ku îro li emerîkaya bakûr, li îngilîstan û li awustiralyayê tê birivebirin e. ev hiqûq ne nivîskiye. wekî edetên nav gelan heya îro hatiye û berhev bûye.

hiqûqa sosyalîst ku îro li piyaseyê mînakê wê nemanê ne pêdivî ye ku em qal bikin.

hiqûqa modern di nav xwe de dibe di beş:

1- { hiqûqa gelemper }

- hiqûqa makezagonê

- hiqûqa rêvebirinê

- hiqûqa cezayê

- ... dirêj dibe diçe.

2- { hiqûqa taybet }

- hiqûqa medenî [ yanî ya bajarî, zewac mewac filan û bêvan]

- hiqûqa bazirganiyê [ yanî ya tîcaretê]

- hiqûqa deynan

- hiqûqa kar

- hiqûqa malbatê

- hiqûqa kesan

- hiqûqa mîrasê

filan û bêvan...



09.10.2013 23:05 | ceso