Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ceso

profîla "ceso"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [xwendina di zanîngehên taybet de] de;

7. zaningeha ku ez tev û şaşik û egala xwe diçûmê. hawê tirşikvan şor û tehl dikin min tiştekî nediye. dev ji ereb û merebeya şexsî berdin êdî mîratên otobusên metrobus û iettê ez anîm emanê. em carina tew okey jî dilîztin û çiqas ecêbek giran be jî me çay jî vedixwar. hawê ku li jor tê gotin qûna min ne bi rêx e û "çox şukur" nimêja xwe jî dikim. û min bi perê bav û mavê xwe jî nexwendiye, ez sedesed (%100) bûrslî bûm lawo. dibe ku ez bixwe mirovekî xerîb bim lew piştî ku min zaningehê qedand pê hesiyam ku du erebeyên bmw yên hevalekî min ê semîmî hebûne. xwedê zane yên din çî yê wan hebûne. ê min meraqa min ji tiştên wilo re tune, ne min pirsiye û ne jî bi wan re çûme partî û martiyan. çiqasî dewlemend bin jî xwedê zane bi bûrsa xwe ya başbqanlixê ya ku herî dawî mehane 280 tl bû ez ji wan camêrtir bûm. heya ez neçûbûm zaningeha taybet min nezanîbû ku kurd ewçend dewlemend in bavo! kurd û kurdistan ji kîrê wan ve bû! ê xalê we ceso jî qet eyb û şerm nedikir ji wan, bêxîretiya wan li ser çavên wan dixist û dihişt. lê xwedê heye keçên kurd ên dewlemend ji xortan bi xîrettir bûn.



23.12.2013 21:16 | ceso