Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ceso

profîla "ceso"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ay ben kürtçe bilmiyor havası] de;

1. mixabin di van dewr û zemanên dawî de nexweşîyeke ku ji kesayet û karakterên xwe nas nakin û nikarin xwe nas bikin peyda bûye.

- li gor wan zimanê kurdî -dev ji nivîsandinê berdin- têra axaftinê nake.

- kurd, koçer û hovên ji dinya xwe paşdemayî ne.

- kurd bê dîrok û bê medeniyet in.

- bi ya wan zimanê kurdî zimanekî hotirane ye, lê tu ji wan bipirsî; "fransizî zimanê herî nazik û kubar e" . tew ku denganiya zimanê kurdî û fransizî hima bêje 90 ji sedî wekî hev e.

- tişta herî kesertijî jî ew e ku van evdalên ku li ber dîwarên xelqê mane da ku ji wan tebarik û spasdariyek hilbigirin, kurd in.



bi gotina mîr celadet elî bedirxan "kesê ku xwe nas neke nikare xwe bide naskirin." û ez jî dewam dikim. "kesê ku xwe nikare bide naskirin ji xwe fedî û şerm dike."



23.11.2013 10:29 | ceso