Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ceso

profîla "ceso"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [marê reş ziyaret e] de;

1. Mît û mîtolojiyeke ku di nav kurdan de ye ku gellek binavûdeng e. Bav û kalên me îddia dikin ku tu heya bela xwe di marê reş nedî ew bela xwe di te nade. kesê ku bela xwe di marê reş bide divê mar bikuje. An na ku mar birîndar bibe, wê teqez rojek tola xwe hilîne. Yanî tu herî bikevî zikê qutiya titûnê û tu wê qutiyê ji têxî nava heft sindoqan wê mar dîsa were bi te vede. Ez îtîraf dikim ku min marekî reş birîndar kiribû. Gunehê min pê hatibû û min go maro min kir tu neke. Vaye ez te berdidim tu jî dev ji min berde. Bi ya min, me bi hev kir lew ta îro tola xwe nehilandiye.



27.11.2013 22:50 | ceso