Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ceso

profîla "ceso"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [zivistan] de;

19. (bnr: îmana min jê diçe)
demsaleke rûreş û neyarê feqîran e. bi xwe re hemî bar û derdên jiyanê û him ji aliyê ekonomîk û him jî ji aliyê qeliteya jiyanê bandorên neyînî jî bi xwe re tîne. her der dibe herî û av, mirov bi hesreta rokeje xweş dimîne ku derkeve derva û çend geran bike. ji aliyê din ve jiyana li malê jî dibe eziyet. kombî tunebe divê sobayê saz bikî û ji bo ku tu vana jî bikî divê tu enerjiyeke ekstra xerc bikî û li gel vana divê meriv tevî 10 kîlo cilû berg bigere û ew jî mesref! û meriv newêrê serê xwe bişo tew ji bo yên wekî min ku her roj serê xwe dişon. welhasil nebû û em zivistana dewlemendan qet li hev nehatin û ez bawer im ez bibim mîlyoner jî ez ê dîsa jî jê hez nekim. û niha jî ji ber ku hewaya sar li masûlkeyên min xistiye qolincên min bûne weke teht û ji sibeha xwedê ve diêşin. neyîniyên ne ewqas in, şervanên kurd jî di vê demsalê li hember çekên teknîkî yên dijminan gelek zehmetiyan dikşînin. xwezî xwedê min li welatekî tropîkal dabûna.



02.12.2019 20:12 | ceso

3. demsala ku min berê pir jê hez dikir lêbelê aniha xwîna min û wê, dikim nakim li hev nakeve, qey bizor e law?!



05.12.2013 12:14 | ceso