Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ceso

profîla "ceso"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [meqlûbe] de;

3. Reha Peyva مقلوبة peyva قلب(qelebe) e. Peyva qelebe û qelaptina kurdî rasterast heman peyv in. Wateya peyvê herwekî ji "qelpatin"a kurdî jî tê fehm kirin ku tiştekî "serobinîkirin" an jî "wergerandin" e. Lêkerên ku ji erebî ketine kurdî gelek in. Ji vana hinek wekî tefîn, meşîn, ferihîn, teriqîn, kemmilîn dikarin bibin mînak. Herwekî ku tê dîtin lêkerên ku ji erebî ketine kurdî bi pêveka lêker-çeker înê ve hatine darijtin û çêkirin. Ev prensîbeke zimanê kurdî ye ku lêkerên biyanî bi vî rengê têne kurmancîzekirin. Lê rader û mastarên mîna -tin û dinê tenê bi lêkerê kurmancî yên resen û orjînal ve dibin. Herwekî çûndin, axaftin, dîtin, bihîstin... Ez jî di meseleya lêkera qelaptinê de wekî pisporê zimanê kurdî samî tan difikirim ku lêkera qelaptinê di rastiya xwe de kurdî ye û ji kurdî veguheziye zarê erebî. Versiyona wê ya negerguhêz "qelibîn" an jî " qulupîn" e. Herwekî peyva ku hun tev dizanin anku peyva انقلاب(înqilab) jî ji heman rehê ye. În-qilab, yanî qelaptin, ji holê rakirin.



17.12.2013 22:45 | ceso