Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ceso

profîla "ceso"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [pîremêrd] de;

5. Xemxwarê kurd û kurdî û kurdistan, yek ji pêşengên nûjeniyê, nujenxwaz û hişazad û meşrebfire û helbestkarekî nûjen e pîremêrd. Di destpêka sedsala 20emîn, di dema nûjenîzm û ronakbûna civaka tirk de li stenbolê bûye. Di nav ekola servetî funûn de qedrî wî pir dihate girtin. Heval û destbirakê recaizade mahmut ekrem û tevfik fikret e, bi navgîniya tevfik fikret bi rewşenbîrên kurmancîaxêv wekî abdullah cevdet, memdûh selîm beg nas kiriye û piştî ku dikeve nav civata kurdên pêşverûyê stenbolê jiyana wî kitebikit tê guhertin. piştî dewra xwe ya stenbolê vedigere silêmaniyê û dest bi xebatên kurdewariyê dike û ta niha bandorek mezin li ser nifşên ku li pey hatine hiştiye.



30.03.2015 14:55 | ceso