Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ceso

profîla "ceso"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [20.04.2014 civîna nivîskarên tirşikê ya li stembolê] de;

75. civîna ku ez derbarê wê de hinek agahiyan bidim.



1- em û gêjê ji stenbolê, ervah.azad ji enqerê û argeşbotan jî ji îzmîrê tevlê civînê bû. bila pozê hinekan bişewite ku ji stenbolê nikaribûn qûna xwe ji erdê rakin û bên civînê.* ervah.azad bi xwe re hevalekî, gêjê bi xwe re du hevalan anîbû. dawiya dawî me hevalekî gêjê îkna kir ku ew jî bibe tirşikvan.



2- civîn xweş û germ dest pê kir û wisa jî qediya. bi rastî xwîna me tevan li hev kete û em ji hev kêfxweş bûn. heya îro - ji ber ku amedî me - min tim û daîm ji hevbajariyên xwe hevoka anliyem ama konuşamiyem bihîstibû lê bi xêra hevalê ku bi ervah.azad re hatibû êdî em felsefeya ne anliyem ne de konuşiyem jî têgihîştin. henek li alîkî serê pêşî zilam gote anliyem ama konuşamiyem lê piştî ku çav bi kurdiya tirşikvavan ket ku weke avê diherike êdî hêviya xwe ji binî qut kir û got wele ne anliyem ne konuşiyem.



3- pêşî me hev nas kir bê ka kî ji ku derê ye, çi karî dike fêlan û bêvan, pey re herkes serpêhatî û maceraya xwe ya kurdî vegot bê çawa di nav pêlê asîmîlasyonê de li kurdî xwar bûye û hînê nivîsandinê bûye û pey re jî herkes serboriya xwe ya tirşikê vegot bê ka çawa tirşikê nas kiriye û qeyd bûye.



mijarên civînê



-mijara yekem kêmasiyên tirşikê bûn ku em hinekî li ser mobîl versiyona tirşikê rawestiyan û wekî hun jî texmîn dikin biryara " ji tirşikê re mobil versiyon êdî pêwîste " der çû.



-em hinek li ser serkeftinên tirşikê sekinîn ku yek ji wan rexnekariya tirşikê û yek jî rizgarkirina kurdî ji monotoniyê bû. yanî rizgarkirina argoya kurdiya ku hatiye jibîrkirin, rizgarkirina henekên kurdî, rizgarkirina peyvên herêmî...

serkeftineke wêya din jî hin mijarên ku tenê aîdê tirşikê ne, di xwe de dihewîne, yanî hin agahiyên ku li tu derî peyda nabin. wiha me bi bîr bir ku tirşik êdî giraniyekî xwe girtiye û lewma daxwazên sansorê têne jê re. Bi qasî ku em li rexneyê sekinîn; rexnekarî baş e. lê ne rexnekariya hilweşîner ku ji çêkirinê bêhtir xera dike, ji şîretê bêhtir dijûn û çêr e, ne rexneya wilo, rexneya ku wekî fikir bê hesibandin, rexneya ku ramanê pêş de dibe divê bê kirin. yanî bi kurt û kurmancî ji bilî çêr û heqaretê tirşikvan dikarin li ser her tiştî biaxivin û mijaran vebikin.



-tişteke din a ku em li ser sekinîn jî, bila tirşikvan êdî dev ji tiraliyê berdin û bila nivîsan li ser tiştên ku zanin û qada ku tê de pispor û zana ne binivîsin. bi vî awayî wê ciwanên ku ji wan re agahî lazim bikin dê biherikin tirşikê. yanî ne ku em henekan nekin û li kêfê nexin, belê em wan jî bikin lê bi qasî vana divê em li ser mijarên ku agahî didin mirov jî hinekî bisekinin.



-mijara dawîn daxwaza me tevan bû ku em li hember pêşniyara "çima tirşikvan têkil mijarên polîtîk nabin" rabûn. ji ber ku jiyan ne tenê polîtîka ye û jixwe kurd têra xwe polîtîk in. ji xwendayê wan bigre heya nexwendayê wan. ji ber vê yekê daxwaza tirşikvavan li ser vê yekê " kî dixwaze bila tevlê mijarên polîtîk bibe, em tevlî mijar û nîqaşên wilo nabin" bû.



-êdî piştî vana em li ser zimanê kurdî û derûniya kurdan axivîn û êdî ez nizanim çawa çêbû mijar hat ser michel foucault û li ser ma. me kir û nekir gêjê dev jê berneda û wê dil hebû me tevan bike fûkoîst. Em li hêviya hevala gêjê ne ku di derheqê vî camêrê de agahiyan bide me.



-axirê şoreş ji aliyê ciwanan ve pêk tên. me jî bi vê fikr û ramanê baweriya xwe teze kir ku berî em şoreşek pêk bînin divê pêşî me xwe biguheranda... û belkî tirşik ji bo vê yekê pêla yekem bû. bo kurdiyeke jîndar û xwedî giyan...



21.04.2014 19:01 | ceso

70. (bnr: öz eleştirini ver heval)*



21.04.2014 02:29 | ceso


62. Civîna ku hin hevalên hesûd û kumreş derxistiye holê. Pêra pêra dikevin qiyas û miyasan. Ji kerema xwe re bisekinin. Yên ku civînên pêkanîn em bûn lên yên ku di derheqê wê de diaxivin elo û welo ne.* çi ye? Coşa amedê tune ye. Çi ye kîrê kerê



20.04.2014 21:51 | ceso

60. Civîna ku paşiyê ez ê dûr û dirêj li serê biaxivim. Hin wêneyên din jî

https://twitter.com/cesodino/status/457947329619054593

https://twitter.com/cesodino/status/457947779693019136

https://twitter.com/cesodino/status/457948569656635392



20.04.2014 21:33 | ceso

57. Wêneyên civînê

https://twitter.com/cesodino/status/457922171428671488

https://twitter.com/cesodino/status/457922861408468992

https://twitter.com/cesodino/status/457924397358383104

Tirşik sefie https://twitter.com/cesodino/status/457933182638493696

https://twitter.com/cesodino/status/457935126866186241

Tirşik selfie https://twitter.com/cesodino/status/457934188562624512



20.04.2014 20:39 | ceso

55. civîna ku çar nivîskar " gêjê, ervah.azad, argeşbotan, ceso " û sê mêvan yanî bi temamî heft civîner tevlê wê bûne. civîn bi sohbeteke germ, bi ken û henekan û bi axaftina curbecur mijaran pêk hate.



nûçeyên din hinek şûnde, li bendê bin...



20.04.2014 19:38 | ceso

49. Civîna ku ez ê derkevim qata terasê û li benda tirşikvanan bisekinim. Ku tirşikvan hatin bila li der û dorê xwe binêrin ku çavên wan bi yekî reşo meşo kete " a ew ez im ". Çareyeke hevnaskirina me ya din jî ev e ku bila yên ku wê tevlê civînê bibin bikevin profîla ervah.azad û bila têra dilê xwe li wêneyî wî binêrin û gava ku hatin mekanê bila çavên xwe lê bigerînin.* Qediya çû. Me hev dît...



19.04.2014 21:43 | ceso

32. Civîna ku wisa xuya dike roja yekşemê saet di 15;00 an de li mimar sinan teras cafeyê ez ê bi tena serê xwe tevlê bibim.



18.04.2014 18:02 | ceso

29. Piştî ku deng ji kesî dernakeve em ê li mimar sinan teras cafeyê saet di 15:00 de bicivin.



16.04.2014 13:46 | ceso

27. Civîna ku xwedê hez ke em ê saet di sisêyan de (15:00) li dar bixin. Berê me gotibû fethî paşa korusu an jî li mîmar sînan teras cafeyê em ê bikin. Lê hun yeqîn bikin ji bo vê cîvînê cihê herî îdeal cafeya şivan zeren şahmaran e. Ez dibijêm em civînê li şahmaranê Bikin. Him nêzê herdû aliyê stembolê ye û him jî hin nivîskar daxwaz kirine ku bila civîn li aliyê ewropa be lew encax dikarin bi vî hawê tevlê civînê bibin.



15.04.2014 18:28 | ceso

23. Mimar sinan teras cafe rojên bazara hinek qelebalix e. Gêjê rast dibêje. Dibe ku em pêşniyara wê ya "fethi paşa korusu" jî bifikirin.



09.04.2014 21:59 | ceso

17. civîna ku xwedê hez ke ez ê jî beşdar bibim. vaye min cihekî jî dît ku ew jî mimar sinan teras cafe ye.

aha ev jî wêneyê wê ye : http://www.anlasana.com/gezdimgordum/mimar-sinan-teras-cafe.html



05.04.2014 00:32 | ceso