Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ceso

profîla "ceso"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [çaya bêşekir] de;

24. (bnr: lobiya çaya bişekir)

ez di vê meselê de wisa difikirim ku yên modaya çaya bêşekir belavkirin tirk bûn, yanî pêşî wan dest pêkir ji ber ku haya tirkan ji tehma çay tune ku hun jî zanin di tirkî de navê tehma "tehl" tune lê ji bo kurdan tehl tehl e, nexweş e. ji ber vê yekê kurd şekirhez in. lewma di binhişa kurdan de ev norm heye "tiştên tehl nexweş in, çaya bêşekir hî tehl e vêca çaya bêşekir jî nexeş e"



10.03.2015 14:02 | ceso

14. (bnr: hun çayê venaxwin, hun şerbetê vedixwin)

Felsefeya hevalên min ên ku çaya bê şekir vedixwin.



09.04.2014 21:48 | ceso

12. ez hatime cihekî wisa yên ku çaya bê şekir vedixwin ji yên ku çaya bi şekir vedixwin pirtir in. pirî caran bi ser min dikevin û dibêjin êdî dev ji van tevgerê xwe berde û çaya bê şekir vexwe lew tu ê êdî xweştir tama çayê hilînî. yek, do, sê... mi go eyb e şerm e êdî ez jî dest pê bikim. rojek duroj sêroj. mi dît ku ez dikarim vexwim lê li ecêba giran mêze bikin ji derdê şekir ez dikira dîn bibûma. dawiya dawîn min fehm kir ku wan ji bo tama çay dev ji şekir berda bû lê min ji bo şekir çay vedixwar. yanî bi kurt û kurmancî mebesta min jixwe şekir e, çay bahane ye bo min.îcar dipirsin tu çima çaya bi şekir venaxwî? ez jî dibêjim jixwe dinya duroj sêroj e, tehl û mehl nayê borandin...



06.04.2014 23:44 | ceso