Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ceso

profîla "ceso"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bîranînên tirşikvanan ên xizaniyê] de;

11. hima bêjin 17 sal berê wextê ku ez û malbata xwe ku ez hê heşt salî bûm wekî karkerê demsalî diçûn manîsya bênamûs ji bo berhevkirina pembû, rojekî ji rojan ez yanî ceso û birayê xwe em li sûkê digeriyan. piştî gereke dirêj em birçî bûbûn lê me li bêrîkên xwe mêzekir encax perê nanekî somin tê de hebû me jî ew pere bi nanekî somin da û me nîvî hev kir. li nava sûkê nanê ziwa me da ber gezan xwedê zane wê gavê ji min re ji wî lukstir xwarin tunebû lê ez tênedigihîştim bê çima herkes wisa ecêb ecêb li me mêze dikir. gava ku ev bûyer tê hişê min him kena min tê ax ax!



06.11.2014 01:45 | ceso

5. Meseleyeke min jî heye lê ne ji ber xizaniyê ji ber kerîtiyê! Vê havîna ku çû dîsa weke gêjan xwebixwe dixavim û ber bi deriyê derve ve dikişim. Ew bû min dît ku derî li ser min hate girtin û ez li derve mam. Belê gotinên weke mifte! Pere! Cuzdan! Hewarê! Li devê min wer bûn lê çi çare. Virde diçim wirde diçim eyb e eyb! Hevalekî min ê xwedî mifte nîne ku telefona ku xwe veke. Di wê navberê de jî hevaleka min jî telefon kir da ku ez herim bal. pere tune cuzdan tune! Na tu gotin di serê wê de naçin. Stûxwar û neçar mam ku herim lê çawa. Min çû xwe avêt bextê guvenlîk gorevlîsiyê metrobusê ku perê min tuneye bila bihêle ez derbas bibim. Mêrik pêşî li berçavka min a sosret peyre li cil û bergên min ê entel dantel mêze kir û bi matmayî hişt ku ez derbas bibim.



11.11.2013 09:51 | ceso