Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ceso

profîla "ceso"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bêlome be] de;

8. lome ji peyva erebî لوم ê tê. lewm di wateya xwe de "şermezarkirin"a kurdî ye. di quranê, di sûreya qiyametê, di ayeta diduyan de xwedê wiha dibêje "ولااقسم بالنفس اللوامة" yanî "na! ez bi mirovê ku xwe şermezar dike sond dixwim".



îcar di binhişa misilmanan de baweriya "gava tu yekê şermezar bikî wê ew tiştê ku tu şermezar dikî were serê te" jî heye lewma kurd berî ku yekê şermezar bikin bê peyvê bi lêv dikin. yanî dibêjin " xwedêyo! ne ku ez wî/wê şermezar dikim lê rastî ev e û tu vî tiştî neyinî serê min û min biparêzî. bêlome be



26.03.2015 16:53 | ceso