Tirşik - Profîl
tirşik-profîla saladin

profîla "saladin"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [emrê ku tirşikvan hînî tirkî bûne] de;

2. ji bo min jî 6-7 e. ez bawer dikim ji bo piranîye zaroken kurd rewş ev e.

ez penc û nîv salî bûm, me mala xwe ji kurdistanê nû bar kiribû tirkîye. dema kû em gihiştina wî bajarî du peyvên ku min di zimanê tirkîde zanîbûn ev bûn: gel û git. li kurdistanê jî, jî sibê heta evarî, ez di banîde û xwarde baz didam û min ji xwere di stirî: gel, git, here, were, gel, git, here were...

gava ku ez li kurdistanê bûm, dibê ku min tirkî yan jî tirkîtîye wek "çûn û hatin" didît lê dema ku ma barkire bajarên wan, min dît ku ji xeyrî çûn û hatinê hunerên wan pirin.. peyva 3'emîn ku ez elimim "terörist" bû... erê hevalno, ez penc û nîv salî bûm û min sê peyv di vî zimanê nû de dizanîn: gel, git, terörist.



05.10.2013 10:32 | saladin