Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [qedrî yildirim] de;

35. min bi homofobiya wî ew naskiribû. dîsa jî rehma xwedê lê be, li ser kurdî xebitiye. tu berhemên wî neketiye destên min heta niha, nikarim şîrove bikim. lê belê şêwirmendiya wî ya bo teza "DI PEYDABÛNA EDEBIYATA KURDÎ YA LI CIZÎRA BOTAN DE KARÎGERIYA BAJARVANIYÊ" ez heyirandibûm. hewqas dûrî zanistê bû. (heke ne derew be, di nêz de weşanxaneya nûbiharê ev tez çap kiribû.)

meseleyeke din:
de min sersaxiyên tirkî fêm kirin ku kadri yildirim bi kar tînin. îja ev çi bobelat e ku kurdînivîsên tîwîtator di nav nivîsên xwe de "kadrî yildirim" dinivîsînin... min ev pirsî û hatim tirşikê û rastiya tirşikê jî dît. ma ne divêt:

(bnr: qedrî yildirim)?

rehmetî kurd e, li ser kurdî xebitiye... lê nizanim gelo ew tercîha wî bi xwe ye ya na. heke wiha be ez ê hurmetê bidim.



26.03.2021 22:54 | biruya hayao miyazaki

23. piştî gotinên vî wekîlî ya ji bo lgbti+yan, hdk lgbtî bersivekê daye û bi ya min bersivekê gelek baş e. bi kurtasî wanî gotiye:



"van gotinên yildirim, berdewama gotinên erdogan e ku ji bo kurdan "ev zerduşt in, ev ateîst in" gotibû."



Here lînkê



02.07.2016 15:20 | biruya hayao miyazaki

22. hevalên din, mînaka yildirim a rojî negirtina hdp-iyan daye û wekî wan jî gotiye, "ma keko tu zarok î, ji ber peyvên wekîlan a desthilatdar ber xwe dikevî!". lê di wê axaftina wî de bi ya min girîngtirîn mijarek din hebû: piştgiriya hdp bo lgbtî+yan û tawanbarkirina wî ya neheq! bi tevî sucdarkirina polîtîkayên sekuler.



ez ji jidayîkbûnê ve yek ji ferdên lgbtî+/kuîr im û kurdbûn û misilmanî jî tê de, nasnameyên min çeşîtdar in û nêrîna min a têkiliya polîtîka û dînê jî bi kurtasî di bin sernava "laîktî" de şeklê xwe digre. sedemên wê gelek in û ne hewcî ye jî ez li bin vira qala wan bikim.



bêguman mafên altan tan û yildirim jî heye: partiya desthilatdar ji hêla dînê ve hin dengên gelê me jî distîne û polîtîkayên hdpyê yên ku ne qala dînê ne, dikin malzemeyên gotinên xwe û li ser vê jî derew û îftira jî tê de bi gelek riyan îmaja partiyê xira dike yan jî dixwaze xira bike.



encamên serkeftinê ya propagandayên wan ên a dînê çawa ye nizanim û ji aliyê hdp ve ihtimala serkeftinên van propagandayan ji wê her tim hebe. lê pirsgirêk ne tenê bûn û nebûna vê ihtimalê ye, pirsgirêk li hemberî vê propagandaya reş divêt hdp çawa tev bide.



li gorî altan tan û kadri yildirim divêt hdp wekî akp "dînê bike malzemeya polîtîkayê" û ev ji bo defkirina propagandayên akp divêt. (heta kengî divêt? bersiva viya tune ye, em dizanin ku dema li polîtîkayê tavîzek ji dînê re bête dayîn, vegerîn û poşmaniya vaya tune ye.)



lê pirsgirêkê din ev e: hdp ne alternatîfa akp ye. akp carinan neteweparêz, her daîm kevneperst û her tim kapîtalîst û nizanim çi ye. hdp ji bo gelê kurd û kesên sekuler ên tirkiye alternatîf e, ji serî ve vaya beyan kiriye. altan tan û kadri yildirim çun li ser wê beyanatê îmze kir. dibe ku nêzî xêza chp be, lê belê ji ber nêrîna dînê ve ji kevneşopiya chp-yê gelek dûr û cuda ye û bi serê xwe piştevaniya dîndaran dike. namzet û wekîlên hdp delîla vê tiştê ye.



heger em bibêjin ji ber akp, hdp dînê bikarbîne, gelek kurdên xarpêt û erzirom û meletî û hwd jî dengê xwe didin mhp. madem hdp bi xwe ne tu tiştekî ye û li gorî polîtîkayên partiyên din hevîra xwe distirê, ha ji we re: "kurdên misilman"ên altan tan û kadri yildirim çawa dengên xwe nadin hdp, xelkên van bajaran jî ji ber wê nadin!



a rastî van mêrxasan hinekî zû rabûn li ser nigan û ji bo lêdana sekuleran pir zû derketin neçirê. ka werin em bênderên kevin bi ba bikin:



hun ne bi tenê saya kurdan re bûn wekîl, para kesên sekuler dibe ku qîmettir be: li gorî vê qanûna hilbijartinê, partiya te dixwaze % 9 deng bistîne tu nikare têkeve parlementoyê. herkes dizane ku partiyên kurdan wekî bdp, tevî dengên dibirin, ji bo têketinê ne bes bû. lê ji ber gotinên sekuler a hdp, bendav du cara hat şkênandin.



tew yildirim rabuye wekilên hdp yên "sekuler" rexne dike û hişyar dike: kurdên misilman we hilbijart û hay ji xwe hebin! tew lê lê gulê..



a xirab ev in ku heger wanî bidome, di hilbijartina ber me de hdp wê li bin bendavê bimîne. ev ne kahinî ye. her in poşmaniyên "sekuleran" li bin malper û forum û qizzulqurtan bixwînin.



edît: hefteya çûyî, li cumhuriyetê di rûpela pêşîn nûçeyek hatibû weşandin. digot: wê akp-ya kurdî bête avakirin. xuya ye, altan tan û kadri yildirim ji ber vê xwe avêtin hortê. lê ez gelek meraq dikim, huda kaya li van gotinên "kurdên misilman" çi difikire?



/14322



30.06.2016 23:45 ~2016.07.01 00:21 | biruya hayao miyazaki