Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [big eden] de;

1. fîlmekî bi temaya hevzayendî ye ku di sala 2000ê de hatiye kişandin. derhênerê/a wê çima çîrok û serpêhatiya lehengên xwe hewqas dirêj kiriye nizanim lê 2 demjmêr ji bo fîlmekî ji beşa romantîk gelekî dirêj e. 3 car ji bo kişandina cixarê bêhna xwe vedam.



mijara fîlma me "piçekî" basît e: henry'ê me nêrbazekî wênekêş e û li newyorkê dijî. bapîrê wî yê ku li big edenê dijî, gelek pîr e û bi qezayekî xwe diêşîne. bi vê sedemê henryê hanûn vedigere welatê xwe. xwedêyo! tê û hay ji evîna xwe ya 20 sal berê, dean dibe ku wî dev ji jina xwe berdaye û bi du layê xwe vegeriyaye welêt....lê dexterê nizanim kîjan dikan dide şixulandin, dikeve dilê zilamê me ya sernerm...



-------------spoilerekî genî------------



ji bo xwedê dean çi nikare çê/bike?! min ew sehneya 3 caran temaşekir lê serê min baş neket ku dean çi nikare çê/ke?! gelo seks? ev ket serê min, ji ber ku di sehneyekî de wî maçî dike û bi ruyekî tirş dev ji lêva wî berdide û dibêje ez nikarim. quzzulqurt! dean bi alîyekî dibêje ez evîn bi te naskir û jiya û alîyê din jî 20 sal bê wî derbaskiriye; hewqas ku zewicîye û bûye xwedîyê 2 zarokan! ne ew dexter jî maşelleh kengî bû lehengê me yê ji 2 min fêmnekir. bi kurt û kurmancî senaryo piçekî tevlihev bûye. * * *



-------------spoilerekî genî------------



29.11.2014 00:06 | biruya hayao miyazaki