Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [gaxan] de;

5. li wîkîpedyayê ji bo noelê vê peyv hatiye hilbijartin, ji cihekî min xwendibû ku ji zimanê ermenî hatiye histendin. ji bo tarîxên noelê di wîkiyê van hevokan hatiye nivîsandin:
"di 25'ê berfanbarê tê pîroz kirin. Pîrozbahî êvara 24'ê berfanbarê dest pê dike û li hin welatan heta şeva 26'ê berfanbarê didomê. Dêra Ermeniyan û Ortodoksan li gorî Salnameya Julianî roja 7'ê rêbendanê dest bi pîrozkirina gaxendê dikin"

ha ji bo dêrsîmiyan jî bi vê navê rojên taybet heye, li jor jî nivîsandiye tirşikvanek, li wîkiyê jî lêzêdekirine:
Li Dêrsimê her sal 13'ê rêbendanê de şahiyên gaxandê tên lidarxistin. Gaxand weke sersala kurdên elewî tê dîtin (Di gotina gelê « Sersal padîşahê nû ». Yek (an sê roj rojiya gaxandê tê girtin. Di heman demê de kurdên êzîdî jî 3 rojan rojî digirin û qurbanan digurênin. Dişibe noel a xirîstiyanan. Di baweriya Elewiyên) dêrsimê de ku gaxandê pîroz dikin, karakterekî folklorîk ê bi navê Kalo gaxand heye.



23.12.2017 21:49 ~21:50 | biruya hayao miyazaki