Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [li gor hesabê kurmancî serê salê] de;

3. do ji hesabên instagramê ya bi navên batmanburada û wejeyacihanebikurmanci çend şandan hat parvekirin. di wêneyan da zarokên rû bi boyax û tenî, bi kincên mezinan li ber derî ne. kêfa min ji vê tiştê hat. lê hin kesên ku şîrove kirine, ez dîn kirim. helbet bi tirkî dibêjin... hinin ji wan gotine, ji ber van şandan tirk, henekên xwe bi kurdan dikin, rakin. hinin ji wan bi zanabûneke mezin gotine sersala kurdan newroz e, dev ji vê tiştê berdin. hinin ji wan jî gotine ma li gorî tirk û kurdan sersal diguhere, ceheltî nekin.

ji ceheltiyê dimirin, kesekî nabêje kuro ker nebin.

peşk peşk,
serê salê, binê salê,
xwedê kurekî bide
kebaniya malê.
ka peşka me.

Here lînkê



14.01.2018 11:31 | biruya hayao miyazaki