Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [dewrêşê evdî] de;

6. piştî xelaskirina saturnê ya remezan alanê * min destpê xwendina vê romanê kir û bû derman. ziman û şêwêya wê gelek herikbar û sade ye. ji xwe di pêşgotinê de ku gelek dirêj e û sebra me re jê tê, nivîskar hinekî qala berêya biryara nivîsandinê kiriye û eşkere kiriye ku ev roman, hew şiklandina destanê ye. ji ber vê jî heta ji dest hatiye, zimanê dengbêjan parastiye.



di destana rastîn de ya li devên dengbêjan jî leheng hewqas kurdewar in an nivîskar bi hestên xwe ya modern van hêmanan tevlî kiriye romanê nizanim lê atmosfera ku ji xwendinê pêk tê hest û ramanên, bêriyên xweş diafrîne.



10.08.2015 11:13 ~11:14 | biruya hayao miyazaki