Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [sputnik kurdistan] de;

34. li hêla nûçeyên zanyariyê ve tu malperên nûçe yên bi esil kurd nagiheje nenûkê vê malperê. gelek caran min li ser bikaranîna kurdî yên wan rexne kir lê belê pir caran nûçeyên zanyariyê yên rojane/nû hin dikarin bi zimanê kurdî li vê malperê bişopînin. erê me dixwest ji % 100 bibaya servîsa nyt an cnnê.asoxî em dikarin bibêjin ku mêrxas û jinxasan qîmetê didin xwînerên kurdî. ji bo vaya jî şukir j'xweda re.



01.04.2017 21:07 ~21:10 | biruya hayao miyazaki

19. min berê jî peytekî kurt parvekiribû li ser kurdiya sputnikê. bi rastî jî êdî ez bi dilrehetî dikarim bibêjim ku ji nûçeyên sputnikê ya tirkî bo kurdî tê wergerandin. wekî mînak li vê nivîsê binêrin:



Serokê Dewleta Amerîkayê Barak Obama li hemberî îdiayên namzetên Cumhuriyetçiyan bi awayekî tinazî bersiv da. Here lînkê

cumhuriyetçî çi ye law! ji xwe bibînin û têkevin voa(dengê amerîka) û carekî komar binivîsînin wê mîna vê nûçê derkeve: Komarî di Hilbijartinan de Serkeftineke Mezin Dest Xistin.



li vê înfografîkê ji bo peyva "lez"(a firîna balafirê) xiz hatiye gotin ku "hız"a tirkî ye:

xiza rajorîn: 940 km/saet

Here lînkê



03.11.2015 23:20 ~23:20 | biruya hayao miyazaki

16. berê min li vir jî nîşan dabû sputnik kurdistan/76196

di vê danasîna nûçeya wan a bi navê "peresîna iphonê" tirkî ye.



cihê ku tirkî ev e: Apple, San-Francisco kentinde yeni iPhone 6S ve iPhone 6S Plus akıllı telefonlarını tanıttı. Yeni modeller, 4 renk seçeneğiyle satışa sunuldu. Eski seçeneklere bir de “Roze Altın” eklendi.



Bêhtir bixwîne: Here lînkê



ev rê dide ku çavkaniyên wergerên vê malperê tikî ne. min jî hêvî dikir, xebatkarên wan êzîdiyên rûsyayê ne lê yê aşkere bû ev e ku beşa kurdî, bi eslê xwe beşa sputnik türkçeyê ye.



27.09.2015 23:58 ~2015.10.01 23:06 | biruya hayao miyazaki

13. bikaranîn û rastnivîsa kurdî ya vê malperê gelek xeletî dihewîne. di înfografan de i'ya gir bi noqte hatine bikaranîn bi muntezam! li vê NÛÇE-KARÎKATURÊ ji dya re gotiye abd a tirkî: Here lînkê li vira çima -n'ya veqetandeka -an'ê nenivîsandine nizanim. Here lînkê ev bikaranîn devokî ye ne yê standart e.(û gelek cihan min dît.) û çendên din...



18.09.2015 11:47 ~2017.04.19 14:16 | biruya hayao miyazaki