Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [qejmeriyên gramerî] de;

1. tiştekî berbiçav e ku li tirşikê tê dîtin. vê peyva "qejmerî" ne ji dilfesadî ye. ez dikarîbûm crazy-ya îngilîzî dêvla wê bikarbianiyam an jî dînîtî. lê êdî ev furya ji rêzê derket û bû qejmerî. ji gramerê haybûn êdî ket asta manyakiyek. kesên ku ji çar peyvên wan ên 3 hema li ser gramer in, êdî dilê min dixelîne. lê car din jî ez wan fêm dikim.



tirşikvanan di jiyana xwe ya rojane de tirkî jî bikartînin. bi texmîna min tirkî ji kurdî bêhtir tê bikaranîn, ji ber ku perwerdeyên wan tirkî ye û kurdiya wan ne qasî ravekirin û sêwirandina hest û ramanên ku bi tirkî tê vegotin, baş e. dema kurdî dinivîsînin dixwazin mîna tirkiyên xwe kurdî jî bêkamasî binexşînin. dinexşînin an nikarin binexşin aliyekê, lê motivasyonên wan hema li ser gramer e û jiber vê jî hema bala xwe didinê vê mijarê. heta kengî vê qejmerî bidomîne nizanim lê êdî vê ji gramerê haybûn û balkişandina li ser çewtiyên gramerî NE Jİ BO ALÎKARÎ XWESTİN û alîkarbûnê ne.



nekin.

mekin.

biperrînin.



(bnr: 7 çewtiyên gramerî yên vê peyamê)



19.11.2015 23:02 ~23:10 | biruya hayao miyazaki