Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [î ya berî y yê] de;

40. hin kurd hene ku vê formula peyv + qertafê nikarin fêm bikin an jî ezber bikin: [ î + y = i ] loma bûne dijminê vê qaîdeya reben.* hin kurdên sazîperest jî hene ku bo fetîşa xwe ya kumikê dev ji vê formulê berdane. heyfa zimanê min.

ev bersiv bû.



12.10.2022 20:48 | biruya hayao miyazaki

36. nakokî di vê qeyîdeyê heye. lê belê ez niha dijî wê me ku bêyî lêkolîn û pênase û delîl û îzahatan rabin qayîdeya "î ya berî y yê dibe i" biguherînîn û bikin tiştekî din a ku ew jî nakokiyan bihewîne.

min ji serî de sebeba dijberiya xwe wiha îzah kir: erê ev qayîde (-îy->-iy-) nakokî dihewîne. ji ber ku li her derê mirov nikare bi dilrehetî bisepîne. lê belê divê kurmanc li kû -îy- li kû -iy-binivîse ne eşkere ye, kesek analîza vî tiştî nekiriye. baran rizgar xwestiye vî tiştî bike.

min kurdiya xwe bi saya pirtûkên baran rizgar pêşve bir. lê belê rexneya min a pêşîn ev e: tespîta pirsgirêkê baş e lê belê ji ber ku usluba wê xîret û xebata qanihkeriyê dihewîne, rastî (yên zimên) li bin siya wê maye. tu çima mîna qûnciknivîsan dixwazî xelkê qanih bikî? ji xwe, çi xweş te navê pirsgirêkê daniye û mînak bi mînak dest bi îzahatê kiriye. berde, yên heq dan, yên fêm kir ji xwe wê qanih bibe. hindik maye, wê di nav hevokan de peyvên mîna "bi quran lo, ma tu bawer nakî" derkeve.*

baran rizgar yekser îy > iy red kiriye, rexneya xwe jî piranî biriye ser kesên ku ne girêdayî vê qeydeya tevahî lê tenê iy diparêzin. wekî tê zanîn di Celadetê gorbehişt de ev -y-, dengên -ê- û -û- yên berî xwe jî dike i, an jî e. lê di nav demê de ev bêyîferzkirin hatiye guherîn û wekî xwe hatine nivîsîn.

ji xwe em dizanin ku di nav demê de ev wiha bûye. lê derdê me ne ebedîkirina iy li şûna îy e. Mesele ev e ku herçiqas li her derî -iy- nebe jî, herwiha li her derî jî -îy- nabe. ji ber ku komxebata kurmanciyê tê de ya ku ew peywira ferzkirinê hildaye ser milên xwe, ji aliyê kesek ve nehatiye vekolandin ka li kû derê dibin -iy- li kû derê dibin -îy. divê cihên wan bên tespîtkirin. bêyî tespit kirin mirov nikare li şûna qayîdeyekê nakokdar, rabe qayîdeyekê din a nakokdar dîne. ev bêmentiqî ye û li dijî bêmentiqiyê me. ji ber wê jî alîgirê ev qayîdeya 70-80ê salî me ku kurd bêyî şewata mejiyê wê hîn bûne û ew bi kar aniye.

***
kanî - kanîya mezin > kan'ya mezin
derî - derîyê zer > der'yê zer
di van mînakan de îzaha baran rizgar kêm e, di zimannasiyê de rêzikek basît heye: dengên dirêj nakevin, dengên dirêj berê diguherin dibin dengên kurt, û piştre ji ber sivikiyê dikevin. di vir de rêdana wê xelet e, yan jî bi zanebûn rê nedaye. divê wiha rê bida ya kanî > kanîya mezin > kaniya mezin > kan'ya mezin. tu nikarî bêyî rêdana vê guhertinê vê meselê zelal bikî û bibêjî "tu derê qet'en îy nabe iy". ji xwe min di rexneya xwe ya ewil de got, ev paşguhkirin an jî nedîtin ji ber xîreta baran rizgarî ya qanihkeriyê ye. li vir î bûye i, ji ber sivikiyê jî wekî piraniya peyvên i dihewînin, i ketiye yan berketinê ye.

baran rizgar nêrîn û pêşnîyaza celadet alî bedirxan pir erzan kiriye, rizgar hewqas erzan kiriye ku wekî celadet bi xwe nizane çima biryarek wiha daye. Ev tê çi maneyê? divê mirov mîsyona qanihkeriyê hilnede ya na ew ê ji zanyariyê dûr keve. wergirtin ji nivîsa wî: "Ji xwe wî bi xwe jî di vî warî de analîzek pêşkêş nekiriye; yekser qaydeyên jorgotî rêz kirine."

ji ber vê rewşa wî ya derzanyariyê, di dema xwendinê de kêfa meraqa min xerab bû lê belê di dawiyê de pirsek xweş pirsiye: i, î û ê di kîjan rewşan de dikevin? Ev pirs bi rastî ji bo zelalkirina vê meseleyê feydeyê bide kurdan.

nivîs ev e: MIJARA 'îy' û 'iy', 'êy' û 'iy'; DI HIN REWŞAN DE KETINA DENGDÊRÊN i, î û êHere lînkê



08.05.2020 12:53 ~13:14 | biruya hayao miyazaki

35. xuya ye, ev mesele kengî were ber min, ez ê aciziya xwe binivîsînim, tevî ku xwe ducar bikim. bila kesek li qisûra min nenêre.

standarda kurdiya kurmancî, ji avakerê alfabeya latînî vir ve, ji xwe hebû. di wê standardê de pirsgirêka -iy/îy ji xwe hatibû çareserkirin, ji aliyê celadet alî bedirxan bi xwe.

ew saziya ku rabûn komxebateke biguman hev da û biryarên ecêb standin, kurdiya standard xera dike.

erê. qasî du sê rojên dîsa bibêjim: komxebata kurmancîyê ya weqfa mezopotamyayê standarda kurmancî xera dike, bin pê dike, edim dike, mahf dike.

çima biryarên wan şaş in hûn dizanin? ji ber ku îdiaya wan derew e! îdiaya wan ev e: kurmancî ne standard e. lê kesên ku ev tişt dibêjin, derewçîn in. heke standarda kurmancî nebaya, rojname û kovar û weşanxaneyan heta niha bi devokên xwe dinivîsandin? wan bi çi nivîsand? bi standarda kurmancî! herin ji avesta, ji nûbihar, herin ji azadiya welat an jî herin ji hawar û kovarên din mînakan bînin ber hevûdin. rastnivîsîna wan hema hema eynî ne. ez dibêjim hema hema, jbk dema saziyeke resmî ya zimanan tunebe -binerin dibêjim saziyekê resmî ne komxebateke tiroviro- wê her tim kes û kûs derkeve bi ya xwe guhertinan bike. lê tu car ev guhertinên şexsî nabe ferzkirinên gelemperî.

binêrin. pirsgirêka standardkirina kurmancî tuneye. mesele ev e: pirsgirêkên kurmanciya standard hene. û ew -iy/-îy ne yek ji wan e. mesela çi ye? herfên cotî. ker-kerr, pir, pirr... ev pirsgirêk e. ha çima -iy/îy kirin pirsgirêk hûn dizanin? ji ber ku bêxîret û aciz û tenbel in! erê, bavê min bi kar bîne, ez ê bibêjim tu bêxîret î! heke 2+2 =4 be, ew çar e. heke y were paş î-yê, ew dibe i. binêrin ev matematîk e. tenê ên tenbel ji matematîkê hez nakin.

mesela di rastnivîsînê de meseleyek din heye, ferhengek me ya standardkirî tuneye. yanî ev e: di kurdiya bavûkalên me de ji bo cenetê peyvek din heye û ew peyv bi hezar formê tên nivîsîn: behişt, beheşt, bêhişt, bihişt, bihuşt, buhişt, buhuşt... niha çavkaniya vê mesele ev e: ji ber ku standarda kurdî ji aliyê saziyeke fermî nehatiye sazkirin/avakirin/afirandin, rasterast pişta xwe nade devokekê. mîsal standarda tirkî pişta xwe dide devoka stenbolê, di vê devokê de çawa tê gotin, wiha tê nivîsandin bo hemû zimanê nivîsê. bo kurdî? xebateke giranbiha heye. ev salan in bi kar tînim: ji bo rastnivîsînê ferhenga kurdî kurmancî tirkî/122598. xebat û ceribandineke din nizanim ku ji bo standardkirina peyvan hatiye kirin. mîsal ev ferheng dibêje, bila behişt be. xelas. (binêrin heta niha ez ne ji beşdarên vê komxebatê, biryarên wê komxebatê yan jî biryarên mistefa aydogan rexne dikim. an na gelek ji beşdarên vê komxebatê rabûne vê ferhenga formên standardkirî amade kiriye)

mesela di standarda kurdî de pirsgirêka zayendîtî heye. mêrdînî peyva tiştê wekî nêr bi kar tînin, hekarî jî wekî mê. û di gelek peyvên din ên hevpar û berbelav de ev pirsgirêk heye.

mesela di kurdî de heman deng du caran tê ser hevûdin? gelek- gellek, île - îlle, wele - welle, serrast - serast...

hene, hîn hene.... lê di pirsgirêkên standarda kurdî de î ya berî y yê tune ye! ew xwe biçirînin jî ev ne pirsgirêk e, ew qeîdeya 70 80 salî ye. qeîde.

heta carekê din, bi silametî. ez ê dîsa û dîsa û dîsa binivîsînim û nerehetiya xwe vebêjim.



06.05.2020 14:33 ~2020.05.07 13:34 | biruya hayao miyazaki

29. ev qeîde ji aliyê celadet alî bedirxan ve hatiye danîn. berî li ser vê qeîde biryar bide, dehan hejmarên hawarê bi -îy- nivîsandiye lê piştre ji ber hin sebebên zimannasiyê û taybetiyên kurdî dev jê berdaye û wekî îro -iy- qebûl kiriye. ji hawarê vir ve wiha tê nivîsîn lê komxebatek rabû, li ser xelkê ferz kir. hin ji xelkê jî bê minaqeşekirin qebûl kir. lê biryara wan bêyî zanyarî bû, şexsî bû, ferzkirineke beredayî bû. ji me re ne tenê zimanzan, her wiha zimannas lazim e.

husein muhammed li vir divê kurd çima vê qeîdeyê biparêze û edeta tastnivîsê ya kurdî ya 70 80 salî biparêze, wekî kurte vegotiye: Here lînkê

rêbera rastnivîsînê/117084



05.05.2020 00:42 ~00:44 | biruya hayao miyazaki

22. rêbera rastnenivîsandinê ya komxebata ne-komxebata kurmancî* ferman daye, bila êdî î wekî xwe bimîne. anku bi ya wan êdî ne hewce ye ku î-ya berî y-yê wekî i bê nivîsandin. lê ew bi xwe tê de, bi çavsorî, bi dînitiyeke nezanî hemû -iy dikin -îy. ne tenê xanî-yê> xanîyê lê her wiha çiya-çîya, kiriye-kirîye! û hwd. Çima?

û di vê noqteyê de tu argumana wan a zanîstî tune ye! ew bi xwe nizanin divê -iy li kuderê -îy be, li kurderê -iy bi xwe ye! sirf karibin bibêjin em tiştên nû dikin, van biryaran dane û ji xelkê re ferz dikin!

kesên tembel jî dane dû wan û bi hev re bi navê zanistî û komxebatê kurdiya standart a ji hawarê vir ve ev 80 sal zêdetir e tê nivîsîn wêran dikin, xira dikin û hildiweşînin.

û li vir bala min kişand: navê celadet alî bedirxan bi xweşî nayê bilêvkirin, wekî ku tune ye, wekî ku wî ev alfabe neafirandiye...

ka lê binerin şemsettin işikli çi dibêje:

Di rûpela 123yan de rêber hevokeke wiha dinivîse: ‘Divê bihê dîyarkirin ku di vê mijarê da fikreka din jî heye. Nimûneyên vê fikra ku Celadet Bedirxan jî piştgiriya wê dike, weha ne.’ Di rûpela 137an de jî Rêber navê Celadet Bedirxan dinivîse û dibêje; veqetandeka ‘ine’yê nabe, bila bibe ‘inên’. Min di van hevokan de problem dît. Hevok ne rast e, Celadet Bedirxan ne piştgir e. Û ji bo çi Rêber di lidijderketinên xwe de navê Celadet Bedirxan bi bîr anîye?


neheqî û nankorî tê kirin.

rêbera rastnivîsînê/117084



18.02.2020 15:04 ~16:31 | biruya hayao miyazaki