Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [gund] de;

1. ez li bajêr ji dayik bûm, li bajêr mezin bûm. bi xwe dê û bavên min ên gundî nelet li gundan û jiyana gundiyan dikirin. tunebûnî, wehşetî, hovitê, dijminahî, ceheltî û têgihên din ên wate neyînî, kengî mesela gund vebe, ji devên mezinên min derdikeve. ji ber vê jî di teheyula min de gund ne tiştekî xweş e. lê car din jî, li cem hevalên min ên li gundan mezin bûnin, bêriyeke ecêb diket hişê min. a rastî bajarên min jî ne tu bajar in. getoyên bi paş mayî ne. rûh gundî, edet û nêrîna dinya gundî ne, lê hinekî be jî, têkiliyên merivan bajarî ne. gengaz e ji ber vê ew bêrî derdiket holê. dibe ku di nav tirkbûn û kurdbûnê de, cihê îdeal bû...



her wiha:

ok. *



24.04.2016 01:17 ~01:19 | biruya hayao miyazaki