Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [maryo secret chronicles] de;

1. erê, sernav rast heta vekirin, navê lehengê me maryo ye û lîstik klona super mario bros e. ez tenê versîyona 2.0 bikaranîm, a din li ubuntuyê nayê avakirin, dema wan derbas bûne, an jî qey ez nikarim daxim. * lê ecebiyekî vê lîstikê heye: versîyona ku li navenda nivîsbariya ubuntuyê heye, li malpera fermî ya lîstikê nehatiye nîşandan, li wir, ez dibêjim li 1.9ê sekinîne û maye. bi xwe ev lîstik gelek pirsgirêk dihewîne. wekî mînak, tenê cîhana yekem heye, ên dawî tune ye. lê divêt carek din bibêjim ku min versiyonên din nenêrî. lê di beşa tutorial de gelek beşên serbixwe hene ku li cîhana yekem de li cîh ne bûne, ev jî rê dide ku divêt cîhanen mîna 2., 3. hwd jî hene.



di gelek bin-levelan de meriv bê hêz nikare derbasî levelê din bibe. dîtina wan hêzan jî gelek zehmet dibe. lê hewqas ber xwe nekevin caniko. li torê hîleyên lîstikê hatiye eşkere kirin. wekî mînak, dema lîstik aktîf be, hun li klavyeyê "god" binîvîsînin, (divêt tilîya we li ser herfan ranebe) hun li lîstikê namirin û dikarin heta bê erê çeng bibin.



(bnr: supertux 2)



12.06.2016 11:39 ~11:42 | biruya hayao miyazaki