Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bizinmişk] de;

2. ji Ferheng Kurdî - Kurdî, Kamêran Botî, w. do, r. 113 :



bizinmêj: (n. l. dz) giyandar candarek e, di kevin de wesa bawer dikirin ko şîrê bizinan ji guhanan dimêje û dixwe. bizinmişk.



bizinmişk (n. l. dz) giyandar candarek xişok û kovî ye.



r. 645



tîmsah (n. biyan) candar candarek hişkavî xişoke, hêkkere, devek mezin didanên tîj hene ji bo girtina nêçîrê.



---> em êdî dizanin ku -mişk jî -mêj-ê hatiye. wekheviya dengên j û ş, ji bo navên ajel û riwekan bikaranîna pêveka -k-yê, tiştên gelemper in. heger bizinmişk ji bo tîmsahan hatiba gotin, mêrxas wê di peyva "tîmsah"ê de nîşan bidaya. hema nebû, wê di madeya bizinmişkê de peyva tîmsah jî derbasbuya.



---> çima ji bo peyvên bizin-an "giyandar" û ji bo "tîmsah"ê jî candar gotiye, min negihişt. ji ber ku di van medeyan de peyv wekî hemwate hatiye rêdan.



candar (n. dar. nêr) giyandar. canewer. mirov, hesp, pez, kotir û hwd. candar in.

giyandar (n. dar. dz) candar. jiyandar. mirov giyandar e, hesp, kitik, kew, masî û hwd. giyandar in.



---> di be ku "giyandar"ek çîrokî be. ji ber ku mêrxas qala "bawerî"yê kiriye ne çavderiyê. heger tiştekî wiha hebe, rave divêt.



gelo:

(bnr: pan)



edît.



01.07.2016 19:06 ~19:22 | biruya hayao miyazaki