2. çi biçûk biçûk xuya dike jeanne d'arc-a te hey frensa, |
|
16.12.2017 23:39 |
biruya hayao miyazaki
|
1. azîzeya netewî ya fransayê ye. lê helbet riya azîzebûnê ya wê piştî xayîn û kafir îlankirina wê tê ji aliyê engîzisyona ingilîzan ve. wê dişewitînin. sebeba tekfîrê ev e: jinxas dibêje çend azîzên mezin bi min re dipeyivin/peyivîne (an jî dengên wan dibîhisim). rast bû ya na, nizanim lê belê di wê dewrê de dêrên xiristiyanî îznê nedidan jinan ku li ser dînê bipeyive, li gorî wan bi xwe jin nîvemirov bûn, têra xwe gunehkar bûn û tew rabûye bi vê kêmasiya xwe ya afirandinê qala pêwendiyên xwe yên dînî yên azîzan dike û qasî vê kafirtiyê cilûbergên zilaman li xwe dike. ji ber ku ev jinxas di artêşa fransizan de bû û li hemberî ingilîzan şer dikir. ji bo ku delîleke maddî dest bixin, dadgeh bekareta wê kontrol dike. erê. çîrokekê wisa. |
|
07.04.2017 21:59 ~22:00 |
biruya hayao miyazaki
|