Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [björk] de;

1. kul û derdê biaqila malê bû.

bi mijara i've seen it allê min bismila bjorkê aniye. zanyariyên min ên muzîkê ne pir e. lê belê ez dikarim bibêjim ku deng û şêweya vê jinikê bi serê xwe berhemeke epîk e ku di heman demê meriv hişyar û serxweş dike. motîfên klîbên wê him dîmeneke fantastîk û him jî futurîstîk ava dike û bi vê riyê him wêrekiyeke bênav şiringa dike tamaran û him jî tenêbûneke giran dibarîne li ser serê guhdaran. bikaranîna rengên herikbar di nav rengan de û dengê lerizî, ferhengeke kesayetiyê dixêzîne, ew ferdê ku bi fikrê û hisê di nav mirovahiyê de mecbûr e ferhengê xwe ava bike. deng her ku yeknesak dibe, baloneke tirsê diteqe li esmanê û di paşiyê de sazên tûj dengê diparêze ji vê zîpikan. dîmen her car yek e: bjork ya bi ronahiyê ya bi xêzên şewitî ya metalên kaşî tevgerên teredutî disêwirîne. wekî ayînekê ji dînên berê maye. mutleqa hunera wê pîrozane ye.

bjork dayika du zarokan e. emrê wê ketiye salên 50yê. bi fîlma dancer in the darkê xelateke fîlmê ya aktrîsa herî baş hildabû ku baş kirine dane wê. îzlenda baş e. mirç *





10.04.2017 15:10 ~15:14 | biruya hayao miyazaki