Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [helîm yûsiv] de;

29. di dîwana diyarnameyê de peyiviye. Here lînkê bi van peyvên xwe yên ecêb ên jêr -texmîn dikim ku- bi top û tifing li jan dostî ketiye. êdî nizanim di nava wan de tu minaqeşe heye yan na, lê belê yekser jan dost anî bîra min:

"Bersiva pirsa tu chima romanên dîrokî nanîvisînî

Romanên dîrokî ku kesayetiyên navdar yên dîrokê ji xwe re dikin karekterê sereke ji afirandinê biwêdetir berhevkirin e. Her lêkolîner dikare hin agahiyan li ser van kesayetiyan berhev bike, bide serhev û wekî din her tişt jixwe amade ye. Karekterê sereke amade ye, pêvajoya wê ya dîrokî û dem seqaya demê amade ye û piştî çapkirinê xwendevanê wê romanê jî amade ye. Xwendevan berî her tiştî ji wê bo navê wê kesayetiya dîrokî dixwaze wê romanê bixwîne û her wisa. Ji ber vê pirê caran nivîskarên qels, yên imkanên wan di afirandinê de bisînor û di warê lêkolînkirinê de serwext, serî li vî şêweyê nivîsandinê didin
."

ez bi xwe ji romanên dîrokî hez dikim û gelek roman û nivîskarên serkeftî hene di wêjeya cîhanê de: amin maalouf*, vladimir bartol*, markus zusak*, umberto eco*, harper lee*, gabriel garcia marquez* û wd. bi van mînakan dikarim bibêjim ku pênaseya helîm yûsivî ya bo romana dîrokî him kêm e û him jî xelet e -bi ser de di zelalkirina wê de biçûkxistinekê neheq heye.

romanên dîrokî île nedivê li ser kesayetiyên navdar bin. hêla din, wiha be jî agahiyên rastîn ên derheqê navdaran di destên nivîskaran de hebin jî, "her tişt jixwe amade" nabe. ji ber ku lêkolînerî û xeyalbêjî-nivîsbêjî ne yek tişt in! ji xwe wêjevanî li vir xwe dide hîskirin. şîrovekirina lehengên hilbijartî, avakirina cih û waran, afirandina atmosfera derûnî û heta çêtirdîtina peyvan û şêwaza çîrokbêjiyê, honandina bûyeran... ev hemû bi qabiliyeta wêjevaniyê derdikevin. çawa wî wêriye van peyvên ecêb bi lêv bike yên ku wê zarokan pê bikenin, min fêm nekir. de ka wî gotiye, ma kesek tunebû jê re bibêje, "ha bira, tu qala çi dikî ka hela hilma xwe vede!!" hîn jî diheyirim nivîsbêjek çawa dikare cureyekê wêjeyê biçûk bixe/bibîne. naxwazim bêhediyê bikim lê ka bila rabe romanek di asta 'Il nome della rosa"a uberto ecoyî binivîse yan jî yek ji berhemên xwe yên heyî bike reqîba wê romanê.

min got, belkî wî xwestiye bê nav gotin li romannivîsiya jan dostî rexne bike. malûm e ew romanên dîrokî jî dinivîsînin (belkî jî tenê di vê cureyê de berhemdar e, nizanim). min martînê bextewar û mîrname xwendibûn. erê em nikarin îdîa bikin ku ev roman qasî yên romannivîsên jor serkeftî ne. pesndayîn tiştekî din e lê belê divê em heqê wan jî bidin ku di nav çarçoveya wêjeya kurdî de her yekî hilmek teze ne, xebatên nû ne. ha belkî mêrik nexwestibe qala jan dostî bike. wê demê bila ev texmîna xelet ya min be, xem nake. dîsa jî xeletbûna nêrîna wê li meydanê ye.

bi vê wesîleyê vê jî bibêjim, min mêrê avis a helîm yûsivî xwendibû. hema hema serkeftî bûn. vegotin û honakên sade feqet bûyerên ecêb ên ku dilê mirov pê dixelin têde hebûn. feqet nizanim çima hîn berhemên din bala min nekişandin. lê ez ê peyde bikim. piştî vê peyvên sosret ên ser romana dîrokî, miheqeq ez ê bixwînim ka ew çi û çawa dinivîse.

edît: min fêm kir, çima min bala xwe nedaye pirtûkên wî yên din. mêrê avis/75997



30.05.2021 14:34 ~2021.05.31 00:04 | biruya hayao miyazaki