Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [anklav] de;

1. ji wê axê re tê gotin ku bi çar alî ve bi dewleteke din re hatiye dorpêçkirin.

suleyman şah turbesi bi hiqûqî axa tirkiyê ye lê çar aliyê wê ji sûrî ve hatiye dorpêçkirin. (ev ax di heman demê de eksklav e ji ber ku bi rêbejî*ne girêdayî tirkiyê ye.)
di nav swîsre de du heb axa anklav heye. yekî ya îtalyayê ye, yê din jî ya almanyayê ye.
di nav îtalyayê de, heta, di nav romayê de dewleta vatîkanê jî anklav e. li îtalyayê san mario jî anklavekê ye.

anklav îlla ne axên sîyasî ne, dibe ku etnîkî an jî çandî be. wekî mînak xorasana bakur a îranê anklaveke kurd e. di heman demê de kurdên qonya jî anklaveke pêktînin.

Here lînkê



24.06.2017 00:10 ~00:19 | biruya hayao miyazaki