Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [duckduckgo] de;

8. êdî navrûya motora lêgerînê ya ddg bi kurdî ye. ji xwe yên geroka vivaldi û firefoxê bi kurdî dixebitînin heta niha ji zû de hay lê bûne ji ber sazkariya "zimanê gerokê". lê yên nizanin jî dikarin zimanê pîroz hilbijêrin.

lê niha hinin kêmasî hene. ji sedî sed ne bi kurdî ye. lê belê wer xuya dike, piraniya motorê hatiye wergerandin. yên kirine destên wan sax be. kurdînûs deyndarê we ne.



23.10.2022 16:58 ~16:58 | biruya hayao miyazaki

5. piştî çend salan min bîr bir ku di duckduckgoyê de mirov dikare lêgerînên xisusîtir bike bi nîşaneka baneşanê. mîsal wiha:
!wiki malta
!imdb totoro
!tw tirşikvan (li twitterê)
!p pirtûk (li pinterestê)

an jî di motorên din ên lêgerînê de:
!google xebroşk
!yahoo galler
!bing lezgî

mirov dikare ji vir sedan riyên din ên kin fêr bibe: Here lînkê



12.05.2021 09:44 ~09:46 | biruya hayao miyazaki

2. qedera du salan min vê motora lêgerînê xebitan. her çiqas li ba google û bîngê ewlehîtir be jî, xala lêgerînê de bersivên baş nade lêgerînên meriv ku ev taybetî jî ji ber hevnedana wan a agahî û zanyariyên kes û kompûteran e. nuha ne motora sereke ya amûrên min e lê belê her tim di firefox-a xwe de vê motorê wekî rêzgirtina ked û armanca wan sereke dihêlim ji bo ku ji bîr nekim jî hema carê dixebitînim. hun jî kêm nebin.



12.12.2017 17:34 | biruya hayao miyazaki