Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [nivîsên li ser pêşîyên tirşikvanan] de;

2. mijareke komposîzyonê ye lê hinekî din wêjeyî xuya dike * va ye, a min jî wisa ye:

- dapîra bapîrê min bi çar zarokên sêwî li ser riya h:erî di tariyê de bi gavên hêdî dimeşe. h:alkê ye. mêrê wê -bapîrê bapîrê min- şivaneke reben, feqîr, dema pez diçêrand bi xew de çûye. bi baraneke tavî dema şiyar dibe, dibîne ku lê bûye êvar û hema pez nemaye, li her derî belaw bûye xwe spartine li ber rexên ta:t û la:tan. her derî şil e. hinekî ji wan jî li rexa kendalê kom bûne. hirçên şevî, gurrên birçî li dora wî ye. dike nake, pez nikare hev bide. dema li hirç û gurran diwerqile, baz dide. lê qedera wî ne tu qeder e! dikeve li nav heriyê, xîret dike rabe, çend gavên din, lê car din dikeve lê vê carê ji kaşekî ber bi kendalê ve digindire û meyta wî sibê tê dîtin. niha dapîra bapîrê min hatiye qewirandin piştî çel û yek rojan ji aliyê jîntiyan ve... wî didin ber bi mala bavê wê yê bêrehm ve. bavê wî bi zorê ew dabû mêr. 17 salî bû wê çaxê û 9 sal in, neçûbû li ba wî. çend bazinên wî yên bûkanî pêve tiştekî tune bû. na, dê neçûbaya li ba wî mêrikê bi navê bav! gundê wî da pişta xwe çû. bi çar gede û nîv!


(bnr: beşa çîrokê a tirşikê)



30.12.2017 19:31 ~19:39 | biruya hayao miyazaki