Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [şovalyeyên perestgehê] de;

1. terîqatekî xristiyaniyê ye/bû. di navbera sedsalên 12. û 14. de ji bo parastina heciyên xiristiyanan li der û dora qûdsê hatiye avakirin. nasnameya wan bi piranî bi leşkeriyê tê pêwendîkirin ku di wê çaxê de hezaran endamên wan bûye. ji hêla aboriyê ve jî gelek xurt bûne û hin caran dest bi çêkirina rêvebiriyên xwe kirine ku ev bûye sedema dawiyê wan. ji ber ku deyndarên wan qrala fransayê, filipê çaremîn, ji bo van deynan nede wan û bi veşartî mal û milkên wan li ser xwe bike, bi papayê wê demê re peymanekî îmze dikin û papa wan aforoz dike. piştî 1312an hemû endamên li ewropayê, yên di axên katolîkan de ne, ji ber sûcên kafirtî û hevzayendîtiyê hatiye girtin û mîna cadûyan/pîrhevokan hatine şewitandin.



04.03.2018 13:51 ~15:17 | biruya hayao miyazaki