Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [xwînmêj] de;

1. kurdiya vampîr e.

gelek taybetmendiyên wan di wêje û sînemayê de hatiye zêdekirin/afirandin.

xwînmêjeke jirêzê, ji bo jiyana xwe bidomîne hewce dike xwîna mirovên candar lê berevajiya candar, xwînên miriyan mîna jehr bi wan dikeve û nexweş dike. ji bo kuştina wan, singê ji zîv divê, ji bo tirsandina wan jî sîr, xaça xiristiyanî, ava pîroz û hwd. pêwist dibe. xwînmêjî jidayîkbûnê nayê, lê tê veguherîn. xwînmêjeke dikare xwîna miroveke vexwe û wî/wê bikuje, lê dikare bi gezkirinê wê/wî veguherîne û bike xwînmêjek nola xwe.

heywana ku lê tê şibandin, baçimêlk/şevşevok e. (meriv dipirse gelo batman jî yek ji cureya xwînmêjan in gelo?* şev li ser nigan in û derdikevin nêçira mirovan û ro jî xwe ji taverojê diparêzin. di lîteratura klasîk de cihê wan -wekî ya gotîk- li mexsen an odeyên girtî yên keleh an şatoyon in. her wiha goristanên nêzî dêr jî dibin cihê wan.

di van salên dawî de xwînmêjên herî navdar lehêngên twilight in û ji wan edward ji hemû zêdetir bi nav û deng e ku ew vê tiştê deyndarî qeşengî û çavzeriya xwe ye. lê ji aliyê sînemografiyê ve tu serkeftiniya vê fîlmê tune ye helbet, lê ev meseleya mijarekî din e. di rêzefîlma supernatural - zur hölle mit dem bösen de gelek beş li ser xwînmêjan hene û piranî dubarekirina wêjeya fantastîk a li ser xwînmêjan in.



29.09.2018 11:41 ~11:44 | biruya hayao miyazaki